Dayika 2 zarokên astengdar Kisa 'ji ber pere ji hikumxwarekî re şandiye' hatiye girtin 2019-12-18 09:20:12 MEREŞ - Derket holê ku dayika 2 zarokên astengdar Elîf Kisa, ji ber pere ji girtiyê ku wasiyê wî bûye pere şandiye hatiye girtin.    Di 3'yê Kanûnê de li Mereşê, hevjînê hev Elîf û Alî Kisa bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kirine hatibûn girtin. Lê piştî îtirazan Rêvebirê HDP'a Elbîstanê Alî Kisa bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. Piştî Alî û Elîf Kisa hatibûn girtin du zarokên wan ên astengdar bi tena serê xwe mabûn. Parêzerê malbatê Ozgur Çikin, ji bo muwekîla xwe Elîf Kisa ku hîn jî girtiye got, 5 dermanên cuda bi kar tîne, her du zarokên wê astengdar in û pêdiviya zarokan pê heye.    'TE JI BO ÇI PERE ŞANDiN?'    Çikin, diyar kir ku hevjînên hev ewilî di 14'ê Mijdarê de hatine binçavkirin û paşê hatine berdan, lê gava cara dudoyan tên binçavkirin dozgerî biryara veşarî datîne ser dosyeya wan û ji ber vê haya wan pir jê tuneye ka tam bi çi tên tawanbarkirin û beyanên şahidên veşarî çi ye. Çikin, da zanîn ku lê belê bi qasî ji pirsên li dadgeriyê ji muwekîlên wî hatine pirsîn fêm dikin ku muwekîlên wî ji ber ji hikumxwarin sûriyeyî yên girtîne û wasiyên wan in pere şandine û û ji ber hin wêneyên di flaşekê de hatine tawanbarkirin û got: "Wêne jî ên di Newrozê de û serdena qebran de hatine kişandin. Ji muwekîlên min re gotine, 'Çima hûn bûne wasiyên girtiyên sûriyeyî? Kî ji we xwest hûn bibin wasî?' Ji Elîf Kisayê re pirsîn, ji bo çi pere ji girtiyê ku ew bûye wasiyê wî re şandine. Ev pere ji girtîgehê re hatiye şandin û di bin kontrola girtîgehê de. ev tiştekî qanûnî ye. Elîf Kisa ji sala 2016'an ve diçe serdana girtiyan û her cara çûye jî 200-300 lîre pere razandiye. Di vî 3 salî de bi giştî 6 hezar û 500 lîre pere razandiye. Ji ber miqdar zêde bûye jê pirsîne 'te ev pere ji ku aniye, kî ji te re dibêje razîne?'"    Çikin, destnîşan kir ku hevjînên hev Elîf û Kisa di ser 60 salî re ne û nexweş in û got, her wiha 2 zarokên wan î astengdar hene. Çikin, got: "Îsmaîl, astengdarekî giran e. Ahmet jî astengdar e, tenê deng pir naçê û nikare xeber bide. Raporên wan ên astengdariyê hene. Piştî dê û bav her du jî hatin girtin ew bi tenê man. Me îtiraz kir. Piştî îtirazê bav Alî Kisa hat berdan. Lê îtiraza ji bo Elîf Kisa hat redkirin. Niha Elîf Kisa 5 dermanan bi kar tîne. Di warê derûnî de jî nexweşînên wê hene. Bi rihetî dikarin mirovekî bûye 60 salî bi şertê kontrolkirina edlî berdin. Ji xwe li holê rewşeke ku mirov jê bireve jî tuneye. Tawanbariyeke berbiçav jî tuneye. Wasîtî bi biryra dadgehê tê kirin. Beyanên şahidekî nepen hene. Lê em nizanin çi ne. Tiştên Elîf Kisa pê tên tawanbarkirin yek jê jî ne sûc e".