Piştî 4 salan îdianameya derbarê mirina Hêlîn Şen a 12 salî de hat amadekirin 2019-12-18 09:19:57 AMED - Derbarê polîsê ku di dema qedexeya derketina derve de Hêlîn Hasret Şen a 12 salî kuştibû de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat xwestin di navbera 2-6 salan de ceza li polîs A.E. bê birîn.  Li navçeya Sûr a Amedê di dema qedexeya derketina derve de, di 12'ê Cotmeha 2015'an de polîsan Hêlîn Hasret Şen a 12 salî kuştibû. Piştî kuştina Şenê lêpirsîn hatibû desstpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameya de hat xwestin polîsê bi navê A.E. bi "kuştina qisûrdar" bê cezakirin. Hat xwestin ku di navbera 2-6 salan de ceza li A.E. bê birîn.    Di îdianameyê de hat gotin ku Şenê ji dûra bi guleyeke ku li ser mijangê wê yê çepê ketiye hatiye kuştin, lê belê dozger parast ku polîsê bersûc bêyî ku hedef bigire berdaye.    ÇI BÛBÛ?    Di dema qedexeya derketina derve de, Hêlîn Hasret Şen di 12'ê Cotmeha 2015'an de gava ji bo nan bikire ji mal derdikeve, li Kuçeya Yikikkaya ya Taxa Fatîhê tê kuştin. Piştî mirina Şenê 4 sal şûnde îdianame hat hat amadekirin. Hîn lêpirsîna derbarê mirina Şenê de dewam dikir, prêzerê malbatê Abdûllah Zeytûn giliyê Wezareta Karên navxweyî kiribû doz atazmînatê kiribû. Dadgeha Îdare ya 3'yan a Amedê jî xwestibû wezaret 314 hezar TL tazmînat bide malbatê.    MA / Aydin Atay