Hevşaredarê Geverê Sari 53 roj in bi tenê di hucreyê de ye 2019-12-18 09:13:48 COLEMÊRG – Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari, ji 5'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne.    Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar, di 17'ê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn girtin. Piştî hatibûn girtin qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Hevşaredar, di 5'ê Mijdarê de jî sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê kiribûn. Lê belê hat ragihandin ku Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ji roja ku hatiye sewqkirin bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne.    Ji roja ku Sari sewqî Xarpêtê hatiye kirin cara ewil di 11'ê Kanûnê de hevdîtin bi malbata xwe re çê kiriye. Hevjîna wî Aynûr Sari ku çû girtîgehê, diyar kir ku nêzî 2 meh in hevjînê wê hatiye girtin lê belê ew tenê dikarin bi telefonê hevdîtinê çê bikin û ew jî heftê 10 deqa ye.    ‘NE RADYO NE JÎ TELEVÎZYON HEYE'    Sari, got: "Nêzî 2 meh in cara ewil e min û Îrfan hev du dît. Di 5'ê Mijdarê de gava wî ji Wanê birin, keys çê nebû em wî bibînin. Ji xwe ji roja ku wî birine bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Rojên sêşeman tenê em 10 deqayan xeber didin. Cara ewil e hevdîtina vekirî çê dibe, loma me hev du dît. Moralê wî, rewşa wî baş bû, tenduristiay wî jî baş bû. Silavên wî ji bo gelê Geverê hebûn. Haya wî ji derve tuneye. Tenê gava ez û wî bi telefonê xeber didin, ez hin tiştan jê re dibêjim. Lê tenê 10 deqe ye. Ji ber ku di hucreyê de ye ne radyo ne jî televîzyon heye. Lê dîsa jî moralê wî baş bû".    PEYAMEK ŞAND    Sari, diyar kir ku hevjînê wê peyamek jî şandiye. Hevşaredar Sari di peyama xwe de ev tişt gotin: "Herî zêde gelê me pê dizane çi hatiye kirin. Ev ji bo me girîng e. Bi girtinan wê nikaribin me ji gelê me dûr bixin. Kesên sirf ji bo em ji têkoşînê dûr bikevin em girtine, niha jî ji bo me ji gelê me û malbatên me dûr bixin em sirgûnî girtîgehên dûra dikin. Kesên şertên tecrîdê li me ferz dikin, wê nikaribin li qawîşên sar û yekodeyî me bitepisînin. Şert û emrc çi dibe bila bibe em ê tim li cem gelê xwe bin. Ez gelê me silav dikin."    MA / Hamza Gunduz