Li emniyetê îşkence 2019-12-18 09:11:40 MÊRSÎN– Gernas Atûg, di 9'ê Kanûnê de li sînorê Edîrneyê hatibû binçavkirin û paşê ew biribûn Emniyeta Mêrsînê, 10 roj in di binçavan de ye. Bavê wî Nûreddîn Atûg, anî ziman ku 10 roj in kurê wî tê îşkencekirin û ji bo dawî li îşkenceyê bê bangî rayedaran kir.    Gernas Atûg, di 9'ê Kanûnê de li sînorê Edîrneyê hatiye binçavkirin û paşê wî birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Atûg, gava hatiye binçavkirin hatiye îşkencekirin û bi muameleyeke nebaş pê re hatiye kirin. Bavê wî Nûreddîn Atûg, diyar kir ku dema binçavkirina kurê wî 2 caran hatiye dirêjkirin û di dema binçavkirinê de tim tê binçavkirin. Bav Atûg, ji bo vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da û ji bo dawî li îşkenceyê bê gazî rayedaran kir.    ‘10 ROJ IN KURÊ MIN TÊ ÎŞKENCEKIRIN'    Bav Atûg, da zanîn ku di 9'ê Kanûnê de cendirmeyan telefonî wî kiriye û jê re gotine kurê te hatiye binçavkirin û ew ê wî radestî Emniyeta Mêrsînê bikin. Bav Atûg, diyar kir ku gava kurê wî birine Mêrsînê qedexeya hevdîtina parêzeran dane ber wî, lê belê piştî çûye cem dozger qedexeya ji bo parêzeran betal bûye û parêzer çûne cem kurê wî. Atûg, got: "Piştî parêzer çû cem kurê min, got li dora stuyê wî şopên derbkirinê hene. Kurê min gotiye, piştî hatiye binçavkirin polîsan wiha kiriye. Heta kurê min ji parêzer re gotiye pişta wî û newqa wî jî diêşe. Dema binçavkirina kurê min dîsa hatiye dirêjkirin. 10 roj in kurê min tê îşkencekirin".    ‘ÎŞKENCE SÛC E'    Bav Atûg, ji bo îşkebce û muameleyên xirab serî li Şaxa ÎHD'a Mêrsînê da û got: "Em dixwazin demildest kurê min sewqî dadgehê bê kirin. Îşkence sûc e. Em dixwazin bi dawî bibe."