‘275 rojin edalet birçî ye' 2017-12-08 15:26:52 ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê, di roja 395’an de berdewam kir. 7 kes di çalakiyê de hatin binçavkirin. Alev Şahîn a hat binçavkirin got ku di roja 275’an a greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh de hîna edalet birciye.  Çalakiya greva birçîbûnê ya “Em karê xwe başve dixwazin” a Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 275’an de û çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karxwe paşve dixwazin” jî di roja 395’an de berdewam kirin.    7 KES BINÇAVKIRIN    Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê bidin rastî astengiya polîsan hat. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û dirûşme bezkirin. Yek ji çalakgeran Alev Şahîn xwest daxuyanî bide, lê polîsan axaftina wê birîn û pankart çirandin. Dûrê polîsan Alev Şahîn, Acun Karadag, Sîmge Aksan, Îlker Işık, Emîr Karakum, Perîhan Pulat û Aleyna Sert binçav kirin.