ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-18 09:00:03 * Gernas Atûg, di 9'ê Kanûnê de li sînorê Edîrneyê hatibû binçavkirin û paşê ew biribûn Emniyeta Mêrsînê, 10 roj in di binçavan de ye. Bavê wî Nûreddîn Atûg, anî ziman ku 10 roj in kurê wî tê îşkencekirin û ji bo dawî li îşkenceyê bê gazî rayedaran kir.  * Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga "Em dixwazin bia wayekî mirovane bijîn" gazî her kesî kirin.    * Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Uyanik Alokmen, destnîşan kir ku lihevkombûna partiyên kurd destkeftina ewil e û Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê ayetûllah Aşitî jî anî ziman ku yekîtiya li herêmê wê tesîrê li perçeyên din jî bike.    * Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê nirxandin û gotin heke muxalefet bi hev re gav biavêje dema rizgarbûna ji AKP’ê hatiye.   * Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari, ji 5'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne.    * Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari, ji 5'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne.    * Derbarê polîsê ku di dema qedexeya derketina derve de Hêlîn Hasret Şen a 12 salî kuştibû de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat xwestin di navbera 2-6 salan de ceza li polîs A.E. bê birîn.    * Derket holê ku dayika 2 zarokên astengdar Elîf Kisa, ji ber pere ji girtiyê ku wasiyê wî bûye pere şandiye hatiye girtin.    * Ji bo Santrala Termîkê ya li Çogûlhana Elbîsyanê hatibû gotin, gerek heta 1'ê Çileyê bê fîltrekirin. Lê belê bêyî ku bê fîltrekirin kapasîteya wê hat zêdekirin. Li vê herêmê ji sedî 90'ê mirovan ji ber nexweşîna pençeşêrê dimirin û dîsa ji bo vê herêmê tê gotin: "Çernobîla Tirkiyeyê".   * Danişîna doza 7 rojnamegerên ku nûçeya der barê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Musa Çitil de çêkirin û doz li wan hat vekirin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00)    * Odeya Mîmaran a TMMOB'ê dê têkildarî firotina kevirên Sûrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê bi minasebeta hefteya mafên mirovan der barê kuştina zarokan de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12:00)   * Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî û rojevên jinê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Waqfa Piştevaniya Jinê, dê rapora tundiya li ser jinê, cudakarî û piştevaniya jinê, lêkolîna xizanî û Nafakayê li Otela Limakê bi raya giştî re parve bikin. (14.00-16.00)