‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide' 2017-12-08 15:15:19 RIHA - Parêzerê Mahmut Ongor ê ji gitîgehê birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê û îşkence lê kirin Prz. Mikaîl Yavuz, diyar kir ku polîs ji bo şopa îşkence û birînan winda bikin merhemê didin û wiha got: "Polîs, ji bo zanibin merhemê di birînê didin ya na diçin kontrol dikin û dixwazin dema derxistin dadgehê şopa îşkenceyê li ser bedena wan tune be."  Mahmut Ongor, di 23'ê mijdarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa Tîpa T a Rihayê. Di 28'ê mijdare de jî bi sedema îfadeya wî heye ji girtîgehê derxistin û birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Mahmut Ongor, hêj li Şaxa TEM'ê ya Rihayê tê rawestandin. Birayê Ongor û Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Îlhan Ongor jî serî li şaxa ÎHD'ê ya Rihayê dabû û diyar kiribû ku li birayê wî îşkence hatiye kirin. Ongor di serlêdanê de diyar kiribû ku birayê wî rastî îşkenceya bi ceyran û îşkenceya falakayê hatiye. Dîsa diyar kiribû ku ji ber îşkenceyê nikare milê xwe yê çepê bilivîne. Ongor, destnîşan kiribû ku ji ber birayê wî di bin çavan de mafê bêdengiyê parastiye rastî îşkenceyê hatiye.  Mahmut Ongor 11 rojin li Şaxa TEM'ê ya Rihayê tê girtin. Parêzerê Ongor Mikaîl Yavuz, diyar kir ku muwekilê wî 11 rojin li TEM'ê tê rawestandin. Mikail Yavuz, duh dîsa bi muwekilê xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku hêj di bin çavan de tê rawestandin.      Yavuz, anî ziman ku xwestiye der barê îşkenceya li muwekilê wî hatiye kirin raporekê bistîne, lê nekariye rapor bistîne. Yavuz, anî ziman ku tenê rapora "Şopa lêdan û birînan tune" daye wî. Yavuz, da zanîn ku di 12'ê kanûnê de dixwazin dîsa binçavkirina wî dirêj bikin û wiha got: "Piştî serledana ÎHD'ê û nûçeyên hatin weşandin îşkenceya fîzîkî ya li dijî Ongor zêde bûye. Niha jî rastî îşkenceya derûnî tê. Ji bo şopa îşkencya berê winda bikin merhem dane wî. Zextan lê dikin ku merhemê di birînan bide û şopa birînan û îşkenceyê winda bikin. Polîs ji bo ku zanibin merhem di birînên xwe daye ya na diçin kontrol dikin. Polîs li ser serê wî radiwestin. Dixwazin şopa îşkenceyê winda bikin û piştre derxin dadgehê."