Piştî Şêx Seît aciziya Seyît Riza! 2019-12-17 16:39:41   DERSIM - Partiya Vatanê, piştî Şêx Seît ji bo rakirina peyker û remzên Seyît Riza serî li Walitî û Şaredariya Dersimê da.   Partiya Vatanê, piştî ku beriya hefteyekê ji bo rakirina nav û remzên Şêx Seîd ku di 29'ê Hezîrana 1925'an de bi biryara Dadgeha Îstîklalê hat darvekirin, serî li Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da, niha gaveke mîna vê gavê li Dersimê jî avêt. Partî, ji bo rakirina peykerê Seyîd Riza ku di sala 2010'an de hat çêkirin û li Qada Qişlayê hat çikandin û navê kolan, kuçe û qadên ku navê Seyît Riza li wan hatiye danîn, serî Walitî û Şaredariya Dersimê da.   Di hinceta serlêdana ku ji aliyê sekreterê partiyê Ûtkû Reyhan ve hatiye kirin de ceza girtina Seyît Riza ya "xayîntiya li welat"hatiye nîşandin.   Daxwaznameya serlêdanê  ji aliyê Serokê Buroya Biratiyê Arîf Dogan ve radestî Walitî û Şaredariya Dersimê hat kirin.