Êzidiyên rastî êrîşê hatin erdên xwe rakirin 2019-12-17 16:24:16   ÊLIH - Ezidiyên ku li gundê Kelhokê yê Qubînê timik rastî êrîşan tên, bi tevlîbûna 300 leşkerî erdê xwe rakirin.    Têkoşîna êzidiyên ku piştî vekirina dozê,  8 sal şûnde erdên xwe yên li gundê Kelhokê yê navçeya Qubînê ya Êlihê, qezenç kirin, lê timik rastî êrîşên kesên ku erdên wan dagir kirine tên, didome. Êzidiyên ku hefteya borî û duh bi şev rastî êrîşê hatin, îro bi 3 traktoran çûn gundên xwe û bi tevlîbûna 300 leşkeran erdên xwe rakirin. Piştî ku erdê xwe rakirin careke din vegeriyan navenda Êlihê.