Malbata Sûriyeyî: Polîsan em avêtin kolanê zarokên me li kolanê radizên 2019-12-17 15:27:46 STENBOL - Li taxa Yunus Emre ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê malbata Sûriyeyî ku nikarîbûn kîra xaniyê xwe bidin û ji malê hatin derxistin, 2 rojin li kolanê dijî.  Li taxa Yunus Emre ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê malbata Sûriyeyî ku piştî şerê Sûriyeyê di sala 2012'an de ji Sûriye koç kirin û hatin li Stenbkolê bi cih bûn, ji ber nikarîbûn kîra xaniyê xwe bidin û ji malê hatin derxistin, 2 rojin li kolanê dijî. Malbata Sûruiyeyî ku 9 jê zarok bi giştî 15 kes in, bi zora polîsan ji malê hatin derxistin. Malbata bi zorê ji malê hatin derxistin û avêtin kolanan, 2 rojin li kolanê tekoşîna jiyanê didin. Bav Êli Babâ (26) bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: "Li vir zerara me nagêjie kesî. Polîs hatin û alavên me avêtin derve. Zarokên me li derve darizên. Nexweş ketin û veridişin. Niha em li holê mane. Piştî şer bi dawî bibe em dixwazin dîsa vegerin welatê xwe. Piştî rojnameger bi wan eleqeder bûn Qeymeqam ket nava tevgerê. Rayedarên Qeymeqamiyê piştî eleqeya rojnamegeran ji bo pirsgirêkan tespît bikin bi malbatê re hevdîtin kirin.