Derbarê Temellî de 5 fezlekeyên nû hatin amadekirin 2019-12-17 15:23:43 ENQERE – Derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî de 5 fezlekeyên nû hatin Meclîsê.  Ji bo rakirina destnedayîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî 5 fezlekeyên nû hatin amadekirin û şandin Meclîsê.    Hat zanîn ku fezlekeyên nû yên derbarê Temellî de di 12’ê kanûnê de şandine Meclîsê. Ji 1’ê cotmehê vir ve 15 fezleke ne derbarê Temellî de tên amadekirin.