Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin 2017-12-08 14:47:58 SÊRT - Rêveberê HDP’ê yê Sêrtê Lokman Yildiz, li ber mala xwe hat binçavkirin.     Rêveberiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Lokman Yildiz, bi armanca danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş bişopîne çûbû Enqerê, piştî ji Enqerê vegeriya li ber mala xwe ya Sêrtê hat binçavkirin. Hat diyar kirin, Yildiz ê birin Midûryeta Polîsan, bi îdîaya “Heqaret li Serokomar kiriye” lêpirsîn derbarê wî de hatiye vekirin.