Tê payîn di doza 7 rojnamegeran de biryar were dayîn 2019-12-17 11:47:11   AMED – Sibê danişîna biryara doza 7 rojnamegerên bi angaşta Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan kirine hedef tên darizandin dê bê dîtin.    Di serdema qedexeya derketina navçeya Sûrê ya Amedê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin bi sernavê “Navê li ser dorpêçkirinê ‘Bayrak 12’ Mûsa Çîtîl” nûçeyek weşandibû. Bi hênceta rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirine doz li wan hatibû vekirin û darizandina wan didome. Tê payîn danişîna biryara dozê sibê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin.