Faîk Bulut: Pêdivî ji saziyên sîwan ên nûnertiya gelê Kurd dike heye 2019-12-17 11:15:38 AMED - Nivîskar Faîk Bulut, têkildarî xebat û niqaşên ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd nirxandin kir û got: "Pêdivî bi saziyên sîwan ên nûnertiya gelê Kurd dike heye. Ji bo di qada navneteweyî de cih vekin ev yek şert e."   Siyasetmedar û rewşenbirên Kurd di demên dawî de ji bo yekîtiya neteweya Kurd lez dane xebatên xwe. Heta niha gelek caran partiyên Kurd li Amed, Hewler û Ewropa kom bûn. Piranî ji bo yekîtiya neteweya Kurd ava bikin hemû sazî, rêxistin, partî û gelê Kurd hemfikir e. Tekildarî xebat û niqaşên ji bo yekîtiya gelê Kurd tê kirin Lêkolîner û nivîskar Faik Bulut ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir.    Bulut, anî ziman ku heta niha gelek caran xebat û niqaşên ji bo Kongreyê hatin kirin, lê bi encam nebû û wiha got: "Çar dewletên ku Kurd lê dijîn, desteftiyên Kurdan ji bo xwe talûke dibînin. Divê polîtîkayên çar dewletan baş bê lêkolînkirin û li dijî van polîtîkayan, polîtayek nû bê pêşxistin. Karê lezgîn ê ku ewil Kurd bikin divê yekîtiya xwe ava bikin. Ger Kurd vê yekê li ber çavan nagirin dê winda bikin."     POLÎTÎKA AKP'Ê LI SER WINDAKIRINA KURDAN E   Bulut, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn û wiha got: "Îqtîdara AKP'e polîtîkayên li Rojhilata Navîn qedandiye. Êdî polîtîkaya wê ya bingehîn û sereke ewe ku destkeftî û mafê Kurdan asteng bike. Dîsa li aliyê din tu fêdeya girêdana PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re tune ye. Fêdeya wê ne li wê dibe û ne li gelê Kurd dibe. Têkiliyên PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re li pêş yekîtiyê astengiyek mezin e. Têkiliyên ku fêdeyê nedin yekîtiya neteweya Kurd li pêş yekîtiyê astengiyê ava dikin. Raste Tirkiye di qada aborî û eskerî de zextên mesin li Başûr dike. Lê ev ne hincet e ku operasyonên Tirkiyeyê yên li wir mafdar derxîne. Divê berî her tiştî yekîtiya fikr û ramanê pêş bikeve. Divê berî her tiştî berjewendiyên gelê Kurd esas bigirin."     ‘DIVÊ NERÎNEK KURDÎ BÊ AVAKIRIN'   Bulut, bibîr xist ku li Herêma Kurdistana Federe di nava hemû partiyan de diyalogek zêde heye û wiha lê zêde kir: "Hemû partî û rêxistinên ku bi giranî ji Kurdan pêk tê, alîgirê yekîtiyê ne. Li vir hevsengiya herî girîng KDP ye. Ji bo îskeletê yekîtiyê ava bibe, rola PDK'ê girîng e. Ji bo yekîtiyê aktora sereke Tevgera Azadiya Kurd a Tirkiyeyê û PDK ye. Divê KDP û Tevgera Azadiya Kurd a Tirkiyeyê ji bo yekîtiyê bêtir di nava hewldan û xebatê de be. Divê bi nêda baş nêzîk bibin. Divê berjewendiyên partiyê dînin aliyekî û bi nerîna Kurdî nêzî meseleyê bibin. Ger ku nerîna fikra Kurdî dernekeve pêş, avakirina yekîtiyê zahmet e. Divê ji nerîn û daxuyaniyên hev tawanbar dikin dûr bikevin."    ‘TU PIRSGIRÊKA GELÊ KURD BI HEVRE TUNE YE'   Bulut, bal kişand ser nêzîkatiya gelê Kurd a li hemberî hev jî û wiha berdewam kir: "Tu pirsgirêka Gelê Kurd bi hevre tune ye. Perçebûna heyî girêdayî rêxistinên siyasî ne. Mînaka vê yekê me sekn û helwesta gelê Kurd a li dijî êrîşên li ser Kerkuk, Maxmûr, Şengal, Kobanî û herî dawî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît. Civaka Kurd bi yek nefesê li hev xwedî derketin. Gelê Kurd êdî xwe wekî netewe dibîne. Dîtina netew cuda ye, dîtina gel cuda ye. Ger ku pêşeng van bertekan bi rêxistin neke û derbasî pêşerojê neke, wê wekî pêtên agirê pûş hilbibe û vemire. Divê ji bo yekîtiya neteweya Kurd bingehekî xurt bê avakirin. Divê organizasyonek xurt bê sazkirin mayindekirin. Tenê bi gotina 'Em yekîtiyê dixwazin' yekîtiyî ava nabe. Ev karê organizasyon û rêxistinbûnê ye. Divê yekîtî bi hev bikele û bibe perçeyek.    'KESÊN DÎPLOMAT GIRÎNG IN'    Bulut, bal kişand ser dîplomatên ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd jî û wiha pêde çû: "Kesên ji bo yekîtiyê di nava heyeta dîplomasiyê ya diçin Herêma Kurdistana Federe de cih digirin girîng in. Divê ji dîplomasiya zirav û siyasetê baş fam bikin. Divê ji partiyên Kurd ên Tirkiyeyê çend kes hebin.  Gotinek gelê Ereb heye. Dibêjin ‘Yên rewşa Mekkeyîyan herî baş zane şêniyên Mekkeyê ne'. Ji bo Kurdan jî ev derbasdar e. Divê Kurdên li herêma Kurdan dijîn di navde cih bigirin. Divê mekanîsta ji cihê rast ve bê destpêkirin. Dîsa divê hesabê herêman neyê kirin. Divê bi şopa hesabên biçûk nekevin. Yanî nifîsa Bakur zêde ye, dê delegeyên wê 80 delege bin, nifûsa Başur kêm in dê delegeyê wê kêm bin ev zêde ne girîng e. Mînak bila delegeyê Rojhılat  25, yên Rojava 15 delege be, ev li pêş yekîtiyê dibe asteng. Ev ji aliyê siyasî ve li pêş yekîtiyê dibe asteng. Ez ne alîgirim ku li gorî hêjmara delegeyan hesaban bikin    Divê hemû hesab li ser berjewendiyên gelê Kurd be. Divê hemû astengiyên li pêş wê bên diyarkirin û ji holê bên rakirin.    Bulut, herdî dawî bal kişand ser rola saziyên sîwan û wiha bi dawî kir: "Pêdivî bi saziyên sîwan ên nûnertiya gelê Kurd dike heye. Ji bo di qada navneteweyî de cih vekin ev yek şert e.  Divê krîterên wekî 'Nerina yekîtiya Kurd çiye? Dîplomasiya Kurd çiye? Perspektifa leşkerî ya Kurdî çiye? Polîtîkaya enerjiyê ya Kurdî çiye? û hewl divê ji bo vê yekê fikrek hevpar derkeve."    MA / Lezgin Akdeniz