Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê! 2017-12-08 14:23:36 STENBOL - Girtiyê bi navê Emîn Dal ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dimîne, bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û aşkera kir ku midurê girtîgehê gefa "Em ê cenazeyê te bişînin malê" li wî xwariye. Girtiyê bi navê Emîn Dal ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmanyeyê dimîne, aşkera kir ku rêveberiya girtîgehê gefa kuştinê li wî xwariye. Dal bi rêya telefonê bi kekê xwe Mehmet Şahîn Dal re axivî û ev tişt got: "Îşkenceyê li min dikin. Midurê Girtîgeha Osmanyeyê hat gel min ji min re got ku 'Em ê cenazeyê te bişînin malê. Em ê te bikujin.' Gefan li min dixwen."   Dal da zanîn ku axaftinên bi telefonê jî hatine qedexekirin.   ‘RÛYÊ WÎ REŞ BÛBÛ'   Kekê Dal Mehmet Şahîn Dal destnîşan kir ku ew li Stenbolê dijîn û ji ber pirsgirêkên aboriyê nikarin biçin hevdîtinê û ev tişt got: "Em pir nikarin biçin hevdîtinê. Dema em diçin hevdîtinê, îşkenceyên li wî kirine di rûyê wî de dixwiyê. Di hevdîtina dawî de nexwest bide nîşan, lê di stûyê wî de şopên reşbûnê û sorbûnê hebûn."   ‘RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ AGAHIYAN NADIN'   Dal aşkera kir ku wan der barê rewşê de li midurê girtîgehê geriya ye û wiha pê de çû: "Tenê ji me re gotin ku 'Ceza girtiye dê mafê xwe yê telefonê bi kar neyneç' Lê der barê qedexeya telefon û hevdîtinê de tu agahî nedan. Me der barê îşkenceyê de pirs ji wan kirin gotin ku 'Li vir tiştên wisa tune ne' û ji axaftinê revîn."   'JI BER GEFAN EM DI FIKARÊ DE NE'   Dal derbirî ku ji ber gefên li birayê wî hatiye xwarin, ew bi fikar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê daxwazeke me heye bila li jiyanê û li gel me be. Kesekî di nava çar diwaran de, gefa kuştinê lê tê xwarin. Dê çi bike. Divê Wezareta Edaletê û saziyên parastina mafên mirovan mudaxaleyê vê rewşê bikin."   Me der barê mijarê de li rayedarên girtîgehê agahî xwest, lê rêveberiya girtîgehê bi îdiaya rayedar li girtîgehê nînin, bersiva pirsên me nedan.   7 GIRTÎ SIRGÛNÊ TEKÎRDAGÊ KIRIN   Ji hêla din ve hat diyarkirin ku rojên borî ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê 7 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirine. Kesên hatin sirgûnkirin navên wan wiha ne: Enes Yildirim, Medenî Soylemez, Tufan Îlbaş, Vedat Duman, Ahmet Altay, Akîf Bal û Mehmet Alî Gumuş.