Hevşaredarên Gimgimê û Kopê hatin binçavkirin 2019-12-17 09:21:21   MÛŞ – Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû hatin binçavkirin.    Li navçeyên Mûşê hevşaredarên HDP’yî hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê zû bi ser malên Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû de girtin û ew binçavkirin.    Polîsan di heman kêliyan de avahiyên şaredariyan jî dorpêç kirin. Piştî lêgerîna li malan hevşaredaran birin avahiyên şaredariyê û ji wir jî birin miduriyetên polîsan.     Li avahiyên her du şaredariyan jî lêgerîn dewam dike.