Qeyûm desteka aborî ya ji bo qulûba şaredariyê qut kir 2019-12-17 09:00:20 MÊRDÎN - Serokê Qulûba Kiziltepe Belediyesporê Metîn Aslan, anî ziman ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin ji bo rêveberiya qulûbê gotiye "PKK'yî" û ji bo lîstikvanan jî gotiye "kadroyên çiyê yên PKK"ê û desteka aborî qut kiriye.  Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çam ku Wezareta Karên Navxweyî ew kir qeyûê Şaredariya Qoserê, desteka aborî ya ji bo Kiziltepe Belediyesporê qut kir. Kiziltepe Belediyespor, di sala 2016'an de hatiye avakirin, di Lîga Yekemîn a Amatorê de ye. Di sala 2016'an de gava qeyûm hatibû tayînîkirin, qeyûm rêveberiya qulûbê fesix kiribû û rêveberiyeke nû ava kiribû. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê dîsa rêveberiya qulûbê hat nûkirin û kadroya lîstikvana hat guherandin.    Serokê qulûbê metîn Aslan, diyar kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin desteka aborî ya ji bo qulûbê hatiye birîn. Aslan, da zanîn ku her sal şaredariyê 50 hezar TL destek dida qulûbê û bi vî awayî wan ciwanên navçeyê daxilî nav qulûbê dikir. Aslan, got: "Em bi çavekî modernîteya kapîtalîst li sporê mêze nakin. Armanca me, di sporê de ehlaqekî baş e."    Aslan, anî ziman ku piştî wan rêveberiya qulûbê nû kiriye, qulûb bi ser xwe ve hatiye û got: "Lê piştî qeyûm hat tayînkirin qulûba me hat tecrîdkirin. Qeyûm ji bo rêveberiya qulûba me got, PKK'yî ne û desteka aborî ya ji bo qulûbê qut kir."    Her wiha Aslan, da zanîn ku qeyûm ji bo lîstikvanên qulûbê jî gotiye "kadroyên çiyê yên PKK"ê.    Aslan, diyar kir ku ew di lîga yekemîn a amatorê de di rêza ewil de ne û got: "Heger wisa dewam bike em ê ber bi Lîga Balê ve biçin."    MA / Omer Akin