Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in 2017-12-08 14:00:46 COLEMÊRG - Nexweş û xizmên nexweşan ên ji bo astengiyên li pêş tedawiyê ji rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê re ragihînin rastî astengiya polîs û hêzên taybet hatin. Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bi gazincin.  Li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, pirsgirêkên di beşên Nişdarê dil û demar, serwîsên lêzgîn û emeliyatxane di rojên dawî de pir zêde bûne. Nexweş û xizmên nexweşan ji bo pirsgirêk û xemsariya heyî heta bêje bi gazincin. Nexweş di ketina xweşxanê de rastî astengiyên polîs û hêzên taybet tên û nasnemyên wan di GBT’ê re tên derbaskirin.    RAYEDAREN NEXWEŞXANÊ AVÊTIN DERVE   Welatiyê binavê A. Haluk Agacanoglu, di serwîsa Nişdarê dil û demar de muayene bû, di encama ultrasonê de teşhîsa varîs di her dû baqên wî de nehen hat kirin. Di şertên asayî de ev nexweşî bi dermankirina lazerê derbas dibe, lê ji Agacanoglu re gotine dê bê emeliyat kirin. Agacanoglu j iber riska mirinê û felçbûnê, ji rayedarên nexweşxanê xestiye ku cîhazeke lazerê bikirin, lê ev daxwazî hat redkirin. Li ser vê yekê Agacanoglu, dixwaze hevdîtinê bi rayedarên nexweşxanê re bike, lê dertûr nayê dayîn û personelên ewlekariyê yên nexweşxanê wî tavêjin derve.     XIZMÊN NEXWEŞAN DI LÊPIRSÎNA GBT'Ê RE DERBAS DIKIN   Rojnameger Hamza Gunduz ê dayîka wî ya 80’î salî ku 4 rojin di Serwîsa Ortopedîk de tê dermankirin jî, dema xwest derbarê kar û barê nexweşde bi rayedaren nexweşxanê re hevdîtin bike rastî lêpirsîna polîsan hat.    Gunduz, diyar kir ku dayîka wî ya 80’î salî ku bi nexweşîna tansiyona bilind a kronîkê ye, ji roja Duşembê di Serwîsa Ortopedî ya nexweşxanê li benda emeliyatê ye û wiha got: “Ji bo bijîşk emeliyat bike, divê platînek bê kirin. Lê daxwaza kirinê ya ji rêveberiyê ku piştî nîvroya Duşembê hat kirin, ligel ku 5 roj ser derbas bû jî hîna nehatiye kirin. Ev xemsariye. Bi armanca vê rewşê bişopînin, dema çûm gel rayedarên nexweşxanê, dest pêkê ewlekariya nexweşxanê mudaxile kir û dûre bangî 3 polîsan kirin û lêpirsîna GBT’ê ji min kirin. Demildest dixwazin dayîka min bê dermankirin. Ez giliyê raydarên nexweşxanê dikim.”   ZÊREVIYA ZÊDE TEQIYA, TEŞHÎSA BAYÊ KIRIN    Tahir Duman ê xizmê nexweşekê jî, diyar kir ku biraziyê xwe Îlyas Duman ji ber êşa zik du caran aniye nexweşê û wiha got: “Her carê teşhîsa bayê ji bo wî danûn û şûnde şandin malê. Lê ji ber êşa giran ji ser hişê xwe çû û em wî dîsan bir nexweşxanê. Vê carê ji me re gotin apandîsa wî teqiyaye. Piştî emeliyatê şandin malê, lê cardin êşa wî derbas nabe û dîsan tînin nexweşxanê û cardin tê emeliyat kirin. Ev skandalek mezin. Biraziyê min ji mirinê  filîtî. Ev xemsariyek mezine. Dixwazim rayedar vê mijarê lêkolîn bikin. Derbarê rêveberiya nexweşxanê de dozdarim.”       Li ser giliyên nexweş û xizmên nexweşan me bi rêya telefonê xwe gihand Midûrê Tenduristiya Bajêr a Colemêrgê Hamdullah Kara, lê derbarê mijarê de nexwest agahî bide.