Wê hevpîşeyên Azîz Orûç daxuyaniyekê bidin 2019-12-16 20:39:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Orûç, 6 roj in di binçavan de ye. Wê hevpîşeyên wî sibê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyekê bidin û ji bo daxuyaniyê gazî her kesî kirin.    Rojnamevan Azîz Orûç, di 11'ê Kanûnê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û 6 roj in di binçavan de ye. Wê sibê hevpîşeyên wî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyekê bidin. Hevpîşeyên wî ji bo daxuyaniyê gazî her kesî kirin.