Polîsan îşaretkirina xaniyên elewiyan xist stuyê zarokan 2019-12-16 17:31:30   STENBOL - Polîsan îşaretkirina xaniyên elewiyên li Sultangaziyê xist stuyê zarokan û xwest ser meseleyê bigirin. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Selda Guneş, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku nikarin vê meseleyê têxin stuyê zarokan. Guneş bang li her kesî kir ku piştevaniyê xurt bikin.    Li Taxa 75. Yil a Navçeya Sultangazî ya Stenbolê daîreyên 3 malbatên elewî yên di daireya 10'emîn de dijîn, duh saet di 15.00'an de hatibû îşaretkirin. Dîsa nivîsa “Hûn dê geber bibin" li ser hatibû nivîsîn û gef li malbatan hatibû xwarin. Piştî nivîsê malbatan serî li polîsan dabû. Polîsên ku lêkolîn kirin sûc avêtin ser zarokan û diyar kirin ku zarokan wisa kiriye. Polisan anîbûn ziman ku hewce nake mesele bê mezinkirin û xistibû stuyê zarokan.    Ji şêniyêmalê Serpil Aslan, jî diyar kir ku nivîs piştî nîvro hatiye nivîsîn û kesên îşaret kirine rûn bi ser derenceyan de rijandine. Şêniya taxê Kayibe Kayin jî anî ziman ku 6 salin li heman apartmanê dijî û yekem car e ev yek tê serê wê û wiha got: "Dema ez ji malê derketim tiştek tune bû. Dema ez vegeriyam malê polîs li ber derî bûn. Ez ketin nava fikaran.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Selda Guneş jî diyar kir ku di serdema ku îqtîdar dikeve nava tengaviyê êrîşîn nasnameyên cuda dikin û wiha got: "Nikarin vê meseleyê têxin stuyê zarokan. Guneş bang li her kesî kir ku piştevaniyê xurt bikin. Îqtîdara heyî di nava xwe de perçe dibe. Li Sakarya an jî bajarekî din ji ber bi Kurdî di axivin rastî lîncê tên. Em li gelek cihan bûyerên tundiyê dibînin. Lê niha dixwazin vê yekê têxin stuyê zarokan û ser wê bigirin. Li Îzmîr, Meletiyê û niha jî li Stenbolê xanî tên îşaretkirin. Em Ogun Samast bînin bîra xwe. Hrant Dink qetil kiribû. Ji bo wî jî gotin zarok e. Lê meseleya me kesên ku zarokên qatil ava dikin e. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyê xurt bikin."