Ji girtiyên nexweş re kart şandin 2019-12-16 14:28:38   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi minasebeta hefteya mafên mirovan ji girtiyên nexweş re kartên serê salê şandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi minasebeta 10-17'ê kanûnê hefteya mafên mirovan, li Postexaneya Beyogu ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş kart şandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi minasebeta 10-17'ê kanûnê hefteya mafên mirovan, li pêş Postexaneya Beyogu ya Stenbolê kom bûn û ji bo gitiyên nexweş kart şandin. Endam û rêveberên ÎHD'ê ku li pêş PTT'ê kom bûn, pankarta “10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan, bila girtiyên nexweş bên berdan." veikirin. Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever, bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê û wiha got: “Bi minasebeta vê hefteyê piştevaniya ji bo girtiyan pir girîng e. Bi vê wesîleyê em îro li vir kom bûne. Em ji girtiyên nexweş re kartan dişînin."    Parazvanên mafên mirovan, piştî daxuyaniyê kart ji girtiyan re şandin.