Dr. Karakoç: Netedawîkirina Azîz Orûç dijî prensîbên etîkê ye 2019-12-16 11:47:43   ENQERE - Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîjkan a Enqereyê Dr. Alî Karakoç, diyar kir ku netedawîkirina Rojnameger Azîz Orûç dijî prensîbên etîkê ye û wiha got: "Serxwebûn û xweseriya pîşeya bijîjkiyê, li gorî me di ser Destûra Bingehîn de ye."   Rojnameger Azîz Orûç, di 11'ê Kanûnê de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû binçavkirin û ragihandibû ku ji aliyê bijîjkên Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doktor Yaşar Er Yilmaz ve nehatiye tedawîkirin. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîjkan a Enqereyê Dr. Alî Karakoç, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku netedawîkirina Rojnameger Azîz Orûç dijî prensîbên etîkê ye. Karakoç, da zanîn ku bijîjk neçarin ku li gorî prensibên etîkê tevbigerin û wiha got: "Serxwebûn û xweseriya pîşeya bijîjkiyê, li gorî me di ser Destûra Bingehîn de ye. Têgeha netedawîkirina nexweş di etîkên tipê de tuneye. Nêrîn, bawerî, ziman, zayend û neteweya nexweş tu demê li pêşiya pêkanînên etîkê ne astengî ne."   AZÎZ ORÛÇ KÎ YE?   Orûç, di sala 1984'an de li Amedê ji dayik bûye. Di sala 2011'an de dema ku li Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê dixwend, ceza lê hat birîn. Dema ku cezaya Orûç çû Dadgeha Bilind, neçar ma ku derbasî Herêma Federa ya Kurdistanê bû. Orûç, li vir karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam kir û nêzî 7 salan e bênavber rojnamegeriyê dike. Her wiha ji ber nûçe û qunciknivîsên xwe di 28'ê Mijdarê de hat darizandin.