Mizgefta El-Rizk a Heskîfê hat veguhestin 2019-12-16 11:16:32 ÊLIH - Ji berhemên dîrokî yên dawîn ên Heskîfê Mizgefta El-Rizk ji bo cihê xwe yê nû ji cihê xwe hat veguhestin.    Ji ber  berhemên dîrokî yên dawîn ên bajarê 12 hezar salî Heskîfê Mizgefta El-Rizk ji bo cihê xwe yê nû ji cihê xwe hat derxistin û hat veguhestin. Xebatên veguhestin beriya çend mehan dest pê kiribûn. Destpêkê mizgeft bi qasî 4 metreyan hat bilindkirin û li ser bloqên betonê hat bicihkirin. Herî dawî duh jî li wesayîta SPTM a ku 256 tekerlekê wê hene, hat barkirin. Îro jî saetên zû yên serê sibehê mizgefta ku hezar û 687 ton giraniya wê hebû, ji cihê xwe hat derxistin û hat veguhastin.     Beriya karên veguhastinê dest pê bikin, Midurê 16'emîn Herêma Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) Alî Nacî Kosali, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku karê dawîn ê veguhestinê dest pê kirine û dê heta roja çarşemê bi Dîwarên Harimê jî bên veguhastin.    Her wiha Kosali, destnîşan kir ku ji bo hatina avê ya Heskîfê metreyek maye û dê heta meha sibata 2020'an Heskîfê di bin avê de bimîne.    Dema kişandina mizgefta dîrokî jineke navsere ji bo mizgeftê zimêr lorand.