Êzîdiyên axa xwe dixwazin: Yên bi wîcdan bila navbênkariyê bikin 2019-12-16 11:08:09 ÊLIH – Ezîdiyên ku li Êlihê di sala 1992'an de di hizûra noterê de axa xwe teslîmî malbatên Karabulut û Bîter kirin û bi rêya hiqûqê paşve stendin, bang li serokeşîr, partiyên siyasî û rêxistinên civakî kirin û xwestin kesên xwedî wîcdan ji bo mê pirsgirêkê çareser bikin navbênkariyê bikin. Êzîdiyên gundê Kelhokê yên navçeya Qubînê ya Êlihê, di salên 1990'an de ji ber zextên siyasî û şer gundê xwe vala kirin û koçî Ewropayê kirin. Êzîdiyên Gundê Kelhokê beriya biçin Ewropa di sala 1992’an de axa xwe li pêş hizûra noterê teslîmî malbatên Karabulut kirin. Malbatên koç kirin 27 sal şûnde di pêvajoya çarseriyê de paşve vegeriyan. Êzîdîyên vegeriyan ser axa xwe, xwestin axa xwe û malên xwe paşve bistînin. Malbatên Karabulut  û yên din li şûna awa Êzidiyan dîsa bidin wan desteser kirin. Malbatên Êzîdî ji bo axa xwe bistînin 8 sal berê serî li 2’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye dan. Piştî têkoşîna 8 salan dadgehê Êzîdî mafdar dîtin. Lê malatan guh nedan biryarê û axa Êzîdiyan teslîm nekirin. Êzîdî rastî neheqî û tundiya malbatan û eşîran hatin. Malbatên Êzîdî 3 mehan li otelan man u 4 caran rastî êrîşan hatin. Ji malbatên Êzîdî Nedim Erkiş, bertek nîşanî helwesta malbatan da û anî ziman ku ev yek dagirkerî ye.    Erkîş, anî ziman ku wan di hizûra noterê de axa xwe teslîmî Haci Ahmet Karabulut û Abdulmecit Biter ên pêşengên malbata Bîter a eşîrên Reşgotanê ye kirine û wiha got: "Me xwest bi awayekî aştiyane û xweş axa xwe bistînin. Lê pêşengên eşîran neheqî li me kirin. Me serî li rêyên hiqûqî dan û me mafê xwe bi dest xist. Di nava 8 salan de me zerarek mezin dît. Em dixwazin axa xwe biçînin û bajon, lê destûr nadin ku em li ser axa xwe çandiniyê bikin.    Erkiş, bang li nûnerên rêxistinên civakî, saziyên demokratîk û partiyên siyasî kirin û xwest hemû kesên xwedî wîcdan navbênkariyê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.    MA / Metîn Yoksu