Ertugrul Gunay: Divê aqil û zimanê siyaseta Tirkiyeyê bê guhertin 2019-12-16 09:00:14 STENBOL – Wezîrê AKP'ê yê berê Ertugrul Gunay, bal kişand ser perçebûna nava AKP'ê û avakirina partiyên nû û wiha got: "Divê aqil û zimanê siyaseta li Tirkiyeyê bê guhertin. Tayînkirina qeyûman jî polîtîkaya têkbirinê ye.  Wezîrê berê yê Turîzm û Çandê yê AKP'ê Ertugrul Gunay, têkildarî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirnia Partiya Gelecek a Ahmet Davutoglu ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî. Gunay, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hilbijartin di şertê wekhev û adîl de pêk nehatiye û wiha got: "Bi taybetî di hilbijartinê de HDP rastî zor û zahmetiyên pir mezin hat. HDP’ê tevî hemû zor û zahmetiyan di hilbijartina rêveberiyên herêmî de encamek pir baş bi dest xist. Li gel vê yekê jî dîsa hevşaredar ji peyvirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Ev neheqiyek pir mezin e. Tayinkirina qeyûman zerarek mezin dide demokratîkbûn û yekîtiya Tirkiyeyê."    ‘EV AQIL XIZMETA ÇI DIKE?'    Gunay, xwest aqilê ku ewil hevşaredarên Bajarên Mezin ên HDP’î ji peyvirê girtin û piştre qeyûm tayînî şûna wan kir û aqilê hevşaredar girtin bê lêpirsîn û wiha got: “Ger ku hûn bi hilbijêran re têkiliyê dînin û wan tev li pêvajoya demokrasiyê bikin wê demê hûn dê karibin xizmeta demokrasî û yekîtiya Tirkiyeyê bikin. Lê ger ku hûn bijarteyan mexdûr bikin hûn dê hilbijêran jî mexdûr bikin. Ev polîtîkaya têkçûnê ye. Pir şaş e."    BI VÊ RÊBAZÊ DEWLET NAYÊ BIRÊVE BIRIN   Gunay anî ziman ku îqtîdara AKP'ê piştî salên 2014-2015'an û şûnde hemû polîtîkayên heyî red kir û wiha lê zêde kir: "Niha çareseriyê di polîtîkayên berê yên înkarê û çekan de dibîne. Teslîmî polîtîkayên dewletê bûye. Êdî AKP nikare xwe ji vê dorpêçê xelas bike. Dîsa polîtîkaya Tirkiyeyê ya ketina Sûriyeyê jî şaş e. Dema ez wezîr bûm jî min ev yek îtiraz kir. Tevlêbuna Tirkiyeyê ya şerê navxweşî yê Sûriyeyê şaş e. Tişta ku em bikin divê em mafê Kurdan û Tirkmenên biparêzin. Diviya bû ku Tirkiye li wir mafê mirovan biparasta. Tirkiye, bi çeteyên bi navê Artêşa Nijadî ya sûriyeyê (SMO) ku li dijî hikûmeta Sûriye ya rewa serî rakiriye re kar dike. Ev yek de sibê serê Tirkiyeyê biêşîne. Raste ger ku Tirkiye yekîtiya axa Sûriyeyê diparêze dikare bi SMO re hevkariyê bike. Lê SMO li dijî dewleta Sûriye ya rewa serî hildaye. Ji xeynî me tu dewlet SMO qebûl nakin. Ev yek dê serê Tirkiyeyê biêşîne."   VEGERA JI ŞAŞIYÊ RÛMET E    Gunay, bal kişand ser veqetandina Ahmet Davutoglu û Alî Babacan a ji AKP'ê û wiha berdewam kir: "Avakirina partiyên nû yên Davutoglu û Babacan, îtîrazek derengmayî ye. Niha dê çi bikin em dê bi hevre bibînin. Ger ku dereng be jî mirov ji şaşiyê vegere rûmet e. Em hevîdarin ku wê ziman û aqilekî nû ku Tirkiyeyê ji cudakariyê dûr bixe û hemû kesan hembêz bikin. Ez hevî dikim ku ev ziman bi tevahî ji siyaseta Tirkiyeyê re fêdê bîne. Di siyaseta Tirkiyeyê de pêdivî ji ziman û aqilekî nû heye.    MA / Naci Kaya