Nivîskar Aykoç: Divê ji bo hemû zimanan serbestî bê nasîn 2019-12-16 09:00:13 STENBOL – Nivîskar Mevlut Aykoç ku di nava Tora Ziman û Çandan de cih digire, têkildarî rewşa Kurdî diyar kir ku pêwiste xwendin û nivîsnadina Kurdî bêtir belav bibe û pêş bikeve û wiha got: "Divê hemû ziman serbest bibin. Divê ji bo hemû zimanan serbestî bê nasîn."  Êrîşên li ser çand, ziman û nirxên gelên herêmê didomin. Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket, partî, rêxistinên civakî û sivîl bêtir li hev kom bûn û ji bo yekîtiya neteweya Kurt ketin nava hewldanan. Nûnerên gelek rêxistinên sivîl û civakî di 23'ê mijdarê de li Amedê li hev kom bûn û “Tora Ziman û Çandan" ava kirin. Di civînê de 45 nivîskar, rewşenbir, hunermend û nûnerên saziyên civakî kom bûn û lijneya şêwrê ava kirin. Yek ji endamê lijneya şêwrê ya 45 kesan Nivîskar Mevlut Aykoç e. Aykoç, anî ziman ku xebata li ser tevahiya zimanên li ser erdnîgariya Kurd êdî mecbûrî ye û wiha got: "Li ser ziman xebatên pir girîng hatine kirin. Di çarçoveya Tora Ziman û Çandan de, nivîskar, hîndekar, lêkolîner, nûnerên rêxistinan û hemû kesên ji bo pêşxistina Kurdî tekoşînê didin kom kirin û xebatek meşandin. Ji Îsmail Beşîkçî heta Eren Keskîn me derdorek pir fireh li hev kom kir. Em armanc dikin ku li ser ziman û çandên li Kurdistanê Lêklînê firehtir bikin. Çawa ku xebata Yekîtiya Neteweyî tê kirin, divê xebata ziman û çandan jî bikin û wan li hev kom bikin. "    'DIVÊ DI JIYANA ROJANE DE BI ZIMANÊ XWE BI AXIVIN'    Aykoç, xwest li dijî bişaftin û xwebişaftina li dijî ziman û çandên li erdnîgariya Kurdistanê pêş dikeve çareseriyek bê pêş xistin û wiha got: "Divê ziman di nava jiyana rojane de bê axaftin. Li ser Erdnîgariya 'Kurdistanê' ziman bi tunebûnê re rû bû ne. Li ser pêşniyarên hatin kirin em dê biryaran bistînin. Em ê ji bo vê yekê xebatan bi lez bikin. Heta niha xebatên ji bo ziman hatin kirin pîroz û bi qîmet in. Xebat tenê li ser zimanê Kurdî nayê kirin. Li ser hemû zimanên li Erdnîgariya Kurd tên kirin. Divê nivîskar, rewşenbir, lêkolîner, akademîsyen û xebatkarê çapemeniyê her kes piştgiriyê bide vê xebatê. Em hevi dikin hemû rêxistin, sazî, partî û nûnerên xebata Yekîtiya  Neteweya Kurd dike piştgiriyê bide vê xebatê."    Aykoç, herî dawî anî ziman ku saziyên Kurdan û gelê Kurd ê bi hesta Yekitiya Neteweyî li hev kom dibe wan bêtir kêfxweş dike û wiha bi dawî kir: "Di civîna li Amedê de nûnerê gelê Suryanî jî hebû û axivî. Ev yek sînorê Yekîtiya Neteweya Kurd derbas dike. Nûnertiya gelên Kurdistanê dike. Di vê xebatê de dê her kes xwe û vîna xwe bibîne. Divê xebatên nivîsandin û axaftina Kurdi bêtir belav bibe û pêş bikeve. Ger ku mirovek tenê 2 peyvan bi Kurdî zanibe jî divê di nava jiyana rojane de wan peyvan biaxive."