Li Pirsûsê şerê çekdarî: 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn 2019-12-15 22:05:46           RIHA - Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên heman malbatekê çek li hev kişandin û şer kirin. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Gundê Avcî yê navçeya Pirsîs a Rihayê endamên malbata Ateş ên ji heman malbatê çek li hev kişandin. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Di şer de Salîh Ateş û Yaşar Ateş ên birayên hev jiyana xwe ji dest dan. Şer piştre li taxa Hurriyetê ya Pirsûsê jî berdewam kir. Di berdewama şer de 4 kesên din birîndar bûn. Endamên malbatê Dogan Ateş, Pembe Ateş, Muslum Ateş û Bekîr Ateş ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Duham Ateş jî rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Dewletê.