Jinan li Stenbol û Îzmirê dansa Las Tesis dan pêşandan 2019-12-15 18:45:59   STENBOL/ÎZMÎR - Li Stenbol û Îzmirê bi sedan jin bi boneya balê bikişînin ser tundiya li dijî jinan li hev kom bûn û dansa Las Tesis dan pêşandan.    Bi sedan jin li Stenbol û Îzmirê li hev kom bûn û bi dansa Las Taesîs bertek nîşanî tundiya li dijî jinên Şîlî ya Emerikaya Başur pêk hatibû dan. Jinan li Şîllî bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, li dijî tacîz, tecawiz û êrîşên zayendî bi dansa Las Tesîs çalakiya protestoyî li dar xistibûn û bûbûn rojeva cîhanê. Jinên Tirkiyeyê jî bi heman dansê piştgiriyê didin jinên Şîllî.    STENBOL    Bi sedan jin, liser banga Jin Bi Hevre Bi Hêz in, li Qada Barbaros Hayrettîn Paşa ya Beşiktaş a Stenbolê kom bûn û bi hevre dansa Las Tesîs dan pêşandan. Jinên beriya performansa dansa Las Tesis  bidin pêşandan, ji aliyê sedan polîsên hêzên cevîk ve bi TOMA û wesayitên zirxî hatin dorpêçkirin. Lê dîsa jin kom bûn û bi gotina "Ez bêjim na, na ye, tu nikare israr bike. Ji tacîzê re na" dansa Las Tesîs kirin. Jinên dans kirin lepikên xemrî xistin destê xwe û bal kişandin ser xwe. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeya "Jin Jiyan Azadi", "Em ê yek din jî kêm nebin. "Qet tuyê bi tenê nemeşe." berz kirin.    Jinan piştî çalakiya dansê bi tilîlî û stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin.    ÎZMÎR    Jin li pêş Halkbank a Alsancak a Îzmirê jî bi heman armancê kom bûn û dansa Las Tesis dan pêşandan. Jinan bi tirkî û Îspanyolî strana Las Tesis  strîn Jinan bê navber dirûşmeya “Tuyê qet bi tenê nemeşe", "Bila bav bê, bila mêr bê, bila cop bê, ji înadê re serîhildan, ji înadê re azadî" berz kirin.    Polîsan berê li Stenbol û Enqereyê ji ber vê çalakiyê mudaxale kiribûn û  gelek jin binçav kiribûn.