Hevşaredara Qoserê Nulîfer Elîk Yilmaz girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê 2019-12-15 18:23:49   MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wê kirin, di 12'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin. Yilmaz, piştî sewqî dadgehê kirin, heyeta dadgehê der barê wê de biryara girtinê da û şand girtîgehê.    Hevşaredara Qoserê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz ya ji peyvirê hatibî girtin qeyûm tayînî şûna wê kiribûn. Yilmaz di 12'ê Kanûnê de hat binçavkirin û îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî der barê Yilmaz de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir û xwest Yilmaz bê girtin. 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye jî piştî li îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi hinceta xebatên KCD'ê û li ser îfadeya 5 şahidên nepen der barê Yilmaz de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.