Temellî: Heta tecrîd bi dawî nebe bêhiqûqî bi dawî nabe 2019-12-15 17:33:39   BÛRSA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî tevlî kongreya partiya xwe ya Bûrsayê bû û ev tişt: “Çavkaniyên welat ji bo şer tên xerckirin. Bingeha bêhiqûqiyê tecrîda li Îmraliyê ye.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Bûrsayê 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî, bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, li Eywana Dawetê ya Ecrîn a li navçeya Nîluferê li dar xist. Kongre bi şîara “Bi hêvî û cesaretê em xwe birêxistin bikin, faşîzmê hilweşînin” hate lidarxistin. Nûnerên gelek partî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.   ‘ÇAVKANIYÊN WELAT JI BO ŞER TÊ VEGUHESTIN’   Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di kongreyê de axivî û diyar kir ku hemû çavkaniyên welat ji bo şer tê veguhestin û wiha got; “Desthilatdarî her tim ji bo xwe li şeran digere. Tirkiye êrîşî herêma ewle ya Sûriyeyê kir. Bi çeteyên DAÎŞ’ê re li Efrînê komkujî pêk anîn. Ev têr nekir, li Rojava komkujî pêk anîn. Eger em wêneyên zarokên li Til Rifatê hatine qetilkirin ji nedîtî ve bên xirabiya herî mezin a li vî welatî ye. Eger hesabê Roboskî hatiba pirsîn dê komkujiya li Til Rifatê çênebûya. Ev meclîs veguherandin meclîsa tezkereyan. Divê ev welat ne tezkereyan, pêkanîna aşitiyê biaxive.”   ‘JI HEMÛ KESAN RE DIBÊJIN TERORÎST’   Temellî, da zanin ku di nava civakê de ji her kesên ku têkoşîna maf dikin re dibêjin “terorîst” herî dawî jî rojnameger Azîz Orûç weke “terorîst” hat lansekirin.   ‘ÇAVKANIYA BÊHIQÛQIYÊ TECRÎDA ÎMRALÎ YE’   Temellî, di dewama axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî da û wiha pê de çû: “Divê tecrîda mûtlaq bi dawî bibe. Qala bêhiqûqiyê dikin. Sedemê bêhiqûqiyê tecrîd e. Tecrîda ku li ser Rêzdar Ocalan tê kirin li vir xuya dike. Yên tecrîda mûtlaq pêk tînin pêşiya siyaseta demokratîk digirin. Divê em têkoşîna edaletê geştir bikin.”   Piştî Temellî, Hevserokê HDP’ê yê Bûrsayê Resûl Baykara jî axivî û wiha got; “D pêvajoya pêşiya me de em ê li dijî êrîş û faşîzmê têkoşîna hevpar bidomînin. HDP ji bo rizgariya gelan rêya derketinê ye.”   HEVSEROKÊN NÛ   Piştî xwendina raporên xebat û maliyeyê hilbijartin hate kirin û Mûstafa Yagcî û Aynûr Yilmaz ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.