Ocalan: Em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku koletiyê li me ferz dikin bidomînin 2019-12-15 17:24:18   SEMSÛR - Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, tevlî kongreya partiya xwe ya Semsûrê bû û diyar kir ku kurd li aliyê biratî, demokrasî û pêkve jiyanê ne û ev tişt got: "Lê emê têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku koletiyê li me ferz dikin bidomînin.    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Semsûrê, 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Eywana Dewetê ya Încî ya li navenda bajar pêk hat. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarê Bajaroka Komurê Erhan Karataş, nûnerên şaxên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD), Komeleya Elewiyên Demokratî (DAD), Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Semsûrê û gelek kes tevlî kongreyê bûn.    Eywana dewetê ya ku kongre lê pêk hat bi alên HDP'ê û wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûlldan hat xemilandin û pankarta “Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" hat daleqandin. Kongreya ku bi rêzgirtinê dest pê kir, destpêkê Lîjneya Dîvanê hat avakirin.    Parlamenterê berê yê HDP'ê Behçet Yildirim axaftinek kir û bi rêveberiya nû li dijî faşîzmê sozê têkoşînê da.    'ESÎL HÛN DABEŞKER IN'    Parlamenter Ocalan jî di kongreyê de axaftinek kir. Ocalan diyar kir ku gelê kurd demeke direj e li ser vê erdnîgariyê dijî û wiha got: " kurd li aliyê biratî, demokrasî û pêkve jiyanê ne. Lê emê têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku koletiyê li me ferz dikin bidomînin. bajarên kurdan di bin dorpêçê de ne. Em îro dema ku ji Rihayê hatin. Ji Rihayê heta Semsûrê gelek nuqteyên kontrolê danîne. Semsûrê ji Rihayê qetandine. Rihayê jî ji Meletiyê qetandine. Me parçe parçe kirine. Paşê jî radibin HDP'ê bi dabeşkeriyê sûcdar dikin. Esil dabeşker hûn in. HDP nîşan dide ku kurd, ereb, tirk dikarin bi hev re bijîn."   Piştî axadftinan, hilbijartin bi yek lîsteyî pêk hat û ji bo hevserokatiya bajar a HDP'ê Mehmet Alî Alataş û Zelîha Karinca hatin hilbijartin.