Dema binçavkirinên li Mêrdînê dirêj bû 2019-12-15 15:39:17   MÊRDÎN - Dema binçavkirinê ya Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kûday û Seroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 10 kesên ku hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojên din jî hat dirêjkirin.   Dema binçavkirinê ya Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kûday û Seroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 10 kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de 11'ê Kanûnê hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojên din jî hat dirêjkirin.   Hat hînbûn ku civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku di sala 2018'an de li Amedê tevlîbûne ji kesên di bin çavan de hatiye pirsîn.