Hevşaredara Qoserê Yilmaz anîn Edliyeyê 2019-12-15 14:15:09 MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nilufer Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û beriya çend rojan hatibû binçavkirin, anîn edliyeyê.  Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û di 12'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin, piştî bidawîbûna îfadeyên wê yên li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê, anîn edliyeyê.    Yilmaz ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye binçavkirin.    Li aliyê din hat hînbûn ku alîkara Yilmaz, Dîlber Sûlhan jî ku pêre hatibû binçavkirin, duh êvarê pîştî îfadeyên wê yên li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê temam bûne, hatiye berdanê.