TÛAY-DER: Em ji jiyana girtî û hikumxwarin bi guman in 2019-12-15 14:03:58 AMED - Hevseroka TUAY-DER'ê Elîf Haran, diyar kir ku gelek serlêdanên îşkence û binpêkirina mafan giritne û wiha got: "Em ji jiyana girtî û hikumxwarin bi guman in." Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li avahiya xwe ya Amedê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka TUAY-DER'ê Elîf Haran, axivî û diyar kir ku di hefteya mafên mirovan de gelek serlêdanên binpêkirinên mafên mirovan ji wan re hatine û ev tişt got: ''Rêgezên dewleta hiqûqê nadin ber xwe, berpiryariya mîsogerkirina maf û azadiyê ji zikmakî ve ku sedema hebûna hiqûqê ye, tê xwestin ku ji holê bê rakirin.''   'ŞERT GIRANTIR DIBIN'    Haran diyar kir ku binpêkirinên mafan êm li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: "Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê û Girtîgeha Tipa T a Erzînganê me tespît kirine ku gelek maf têne binpêkirin. Girtî li erdê radikevin, ava germ li ser wan kêm dikin û gardiyan bi ser koxuşên girtiyan de digirin. Divê demildest dawî li tehdeya li ser rehîneyên siyasî were."   'NAHÊLIN GIRTÎ MALBATÊN XWE BIBÎNIN'   Di berdewemê de jî Haran destnîşan kir ku dema girtiyên nexweş radikin nexweşxaneyê an jî dadgehê, di birîn û anînê de gardiyan girtiyan tacîz dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema hevdîtinê ya li gel malbatan jî gardiyan girtiyan tacîz dikin. Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi hinceta 'cezayê disîplînê' ev 2 sal in nahêlin ku girtiyek malbata xwe bibîne. Li Erzînganê jî bi rengekî kêfî girtî li hucreyê têne girtin. Li Amedê jî îşkenceya cot kelemçeyê li girtiyan dikin."