Ji Çavûşoglû daxuyaniya Lîbyayê 2019-12-15 13:47:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mevmût Çavûşoglû, li ser pirsa dê leşker bişînin Lîbyayê ya neşînin ev bersiv da: "Ji wan daxwazeke wiha bê, jixwe brêz Serokkomarê me gotibû ku dê vê yeke binirxîne" Wezîrê Karên Derve Mevmût Çavûşoglû, têkildarî pêşniyarqanûna li ser peymana leşkerî û ewlehiyê ya bi Lîbyayê re hatibû erekirin, pirsên rojnamegeran bersivand.   Çavûşoglû diyar kir ku 2 metnên lihevkirinê bi Lîbyayê re îmze kirine û wiha got: "Yek ji vana sînordarkirina qadên rayeyên behrê û ya din jî îmzekirina hevkariya leşkerî ku me berê jî îmze kiribû. Lihevkirina li ser behrê ji aliyê Meclisa me ya mezin ve hat erêkirin û li ser erêkirina Serokkomarê me ket meriyetê. Me li Neteweyên Yekbûyî jî tescîl kir. Niha jî lihevkirina hevkariya leşkerî Pêşkêjî meclisê hatiye kirin. dê piştî erêkirina meclisa me dê bikeve meriyetê."   'HEKE DAXWAZ BÊ EM Ê LEŞKER BIŞÎNIN'   Çavûşoglû, li ser pirsa dê leşker bişînin Lîbyayê ya neşînin ev bersiv da: "Şandina leşkeran tiştekî cûda ye. Heke ji wan daxwazeke wiha bê, em ê vê yekê binirxînin. Jixwe berê jî peymanên me yên berê jî yên bi vî rengî hebûn. Ji wan daxwazeke wiha bê, jixwe brêz Serokkomarê me gotibû ku dê vê yekê binirxîne."