Tirkiye ji bo bilindkirina aloziya li Rojhilatê Behra Spî pêngaveke din avêt 2019-12-15 12:37:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye, ji bo bilindkirina aloziya li Rojhilatê Behra Spî ya ji ber parvekirina enerjiyê, pêngaveke din avêt. Piştî ku Lijneya Wezîran a Qibrisa Bakur, biryar da ku Balafirxaneya Geçîtkaleyê bike navenda ÎHA û SÎHA'yan, Tirkiyeyê, keştiyên amûrên leşkerî li wan barkirî ji Mersînê derxist rê.    Aloziya li Rojhilatê Behra Spî ya ji ber parvekirina enerjiyê didome. Tirkiye ku bi şandina keştiyên şer û sondajê û diyarkirina sînorê behrê ya bi Lîbyayê re aloziyê mezin kir, niha jî gaveke ku aloziyê hê mezintir bike avêt. Tirkiyeyê, li Qibirzê ji bo wesayîtên bêmirov ên hewayî baregehek ava kir.    Di 13'ê Kanûnê de Lijneya Wezîran a Qibrisa Bakur li hev kom bû û biryar da ku Balafirxaneya Geçîtkaleyê ya ku di sala 1982'an de ji bo danîna balefirên şer ên Tirkiyeyê çêkiribû, bike navenda Wesayîtên Bêmirov ên Hewayî (ÎHA) û Wesayîyên Bêmirov ên Hewayî yên bi Çek (SÎHA).    JI ENQEREYÊ KOM ÇÛ   Demeke direj bû, ji bo ÎHA û SÎHA'yên ku ji bo keştiyên şer û sondajê diçin herêmê xebat dihatin kirin. Bi vê armancê komeke pispor ku di demeke nêz de ji Enqereyê çêbû herêmê, piştî ku li Geçîtkaleyê lêkolînan kiribû, nêrîneke erênî ragihandibû. Pişt re li ser Balafirxaneya Geçîtkaleyê ku demeke dirêj e girtî ye, di navbera Enqere û Qibrisa Bakur de hevdîtin hatin kirin.    Piştî van hevdîtinan, Lijneya Wezîran a Qibrisa Bakur li hev kom bû û biryar da ku Balafirxaneya Geçîtkaleyê bike navenda ÎHA û SÎHA'yan.    KEŞTIYÊN AMÛRÊN LEŞKERÎ LI WAN BARKIRÎ DERKETIN RÊ   Li gorî agahiyên ku derketine holê, piştî vê biryarê keştiyên amûrên leşkerî li wan barkirî ji Mersînê derketine rê. Tê diyarkirin ku Balafirxaneya Geçîtkaleyê heta hefteya bê dê ji bo firînên ÎHA û SÎHA'yan bê amadekirin.     DI ROJEVA RÛM Û YÛNAN DE YE    Ev gava ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat avêtin, di çapameniya rûm û yûnan de rojeva yekemîn e. Rojnameyên rûm û yûnanan nivîsandin ku dê balafirên tirk li ber pozê wan bêne bicihkirin û qada hewaya rûm dê kontrol bikin.