Rahşan Anter: Ji bo beraetkirina mirovên sûcdar her cûre teqle davêjin 2019-12-15 12:08:14 ENQERE - Rahşan Anter diyar kir ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de piştî biryara beratê ji bo gûmanbaran hatiye dayîn, ew çûye sala 1992’an a qetilkirina bavê xwe û ev tişt got: “Lanet lê bê. Ez bêjim çi. Ev êş û têkoşîneke ku naqede ye. Min heta temenê 70 salî ev lêgerîna edeletê berdewam kir. Wê ji vir û şûnde jî bidome.”   Daneşîna biryarê ya dozê ya JÎTEM’ê ya, der barê înfazkirin û windakirina 19 kesên di salên 1990’yî de, li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Mahmut Yildirim ê bi nasnav Yeşîl, di dosyayê de hîna fîrarî tê dîtin û ji ber vê jî doz hat tefrîkirin. Di dozê de Mehmet Agar jî têde hemû gumanbar hatin beratkirin. Dema biryara beratê hat aşkerakirin, hat gotin ku di dosyayê de tu delîl tune ne.   Der barê gumanbaran de di 20’ê Kanûna 2013’an de dozname hat amadekirin. Di doznameyê de gumanbar bi qetilkirina van kesan dihatin sûcdakirin: Abdulmecît Baskin, Namik Erdogan, Metîn Vûral, Recep Kûzûcû, Behçet Canturk, Savaş Bûldan, Hacî Karay, Adnan Yildirim, Îsmaîl Karaalîoglû, Yûsûf Ekîncî, Omer Lutfî Topal, Hîkmet Babataş, Medet Serhat, Feyzî Aslan, Lazem Esmaelî, Asker Smîtko, Tarik Umît, Salîh Aslan û Faîk Candan.   Keça nivîskar û rewşenbîrê kurd Musa Anter, Rahşan Anter ku tevlî daneşînê bûbû ji Jinnewsê re axivî.  Anter bertek nîşanê biryara beraetê da û wiha got: “Tevî me dizanibû ku wê encamek wisa derkeve jî dîsa hêviya me hebû. Lanet lê bê. Ez çi bêjim. Êş û têkoşîneke bidawî nabe heye. Ji bo kesên sûcdar bidin beratkirin her tiştî kirin. Di çavên gel de hatin cezakirin. Hêvîdarim her kes rojekê wê şiyar bibe. Bi dirêjkirina pêvajoyê re dikin bin demboriyê. Malbatên van mirovan diçin, ên sax dimînin jî heta hêz hebin didomînin. Ciwan têkoşîna wan didomînin. Ez nizanim wê ev heta ku derê biçe.”   ‘DMME JÎ QERFÊN XWE DIKE’   Anter, bi lêv kir ku riyên hiqûqa hundir têk çûne û wê biryar biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ev tişt anî ziman: “Di dawiyê de wê Tirkiye mahkum bibe. Dê mirov serî li DMME’yê bidin. Di doza bavê min de Tirkiye hat mahkumkirin. 28 hezar avro ceza dan Tirkiyeyê. DMME jî qerfên xwe bi me dike. Divê cezayên mezin bên dayîn. Li gorî min DMME ne hêvî ye.”    'DIVÊ EM XWEDÎ BIRYAR Û RÊGEZ BIN'   Anter, da zanîn ku dema biryar hatiye aşkerakirin ew çûye sala 92’an ku bavê wê hatibû qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî bavê min hat kuştin, ez çûm pêvajoya edeletê. Em xwedî jiyana bavê xwe ne. Em dadgeh bi dadgeh geriyan. Ez çawa bikenim, çawa êşê nekşînin. Divê em hemû bi biryar û rêgez bin. Divê em tişta ku dixwazin bi awayekî aşkera bêjin.”