Rojnameger Orûç serboriya xwe vegot: Min bi zorê ji sînor avêtin û terkî mirinê kirin 2019-12-15 10:45:48 WAN - Rojnameger Azîz Orûç ku di bin çavan de ye, serboriya xwe vegot. Orûç, diyar kir ku îstixbarata Îranê, bi qasî kîlometreyek dûrî deriyê sînor, têketina Tirkiyeyê lê ferz kiriye û ev tişt got: "Li gel hemû îttîrazên min jî min bi darê zorê ji tilan avêtin sînorê Tirkiyeyê. Li vir terkî mirinê hatim hiştin."    Rojnameger Azîz Orûç ku 5 roj in di li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di bin çavan de ye û Wezareta Karên Hundir wî weke "terorîst" dide nîşandan, bi rêya parêzerên xwe serboriya xwe vegot. Orûç, diyar kir ku di 8'ê Kanûnê de ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federa ya Kurdistanê derbasî Îranê bûye û ji vir jî derbasî sînorê Îran û Ermenistanê bûye û li vir hatiye binçavkirin. Orûç serboriya xwe wiha aniye ziman:    "Polisên Ermenistanê, bi angaşta ku pasaporta min sexte ye û min binçav kirin. Bi qasî çend saetan min kirin odeyekê. Gelek gef li min xwarin û tundiya fizîkî li min kirin. Min ji wan re got ku ez rojnameger im, ji ber cezayê xwe yê li Tirkiyeyê dixwazim derbasî Ewropayê bibim. Li vê odeyê min daxwaza îltîcayê li kesekî kir. Lê hemû daxwazên min bi gefan red kirin. Destê min kelemçe kirin û ji min re ev tişt gotin, 'Em ê te radestî Îranê bikin, bila te li wir darve bikin.' Piştî vê yekê min şandin Îranê û radestî îstixbarata wir kirin. Îsixbarata Îranê min girt û binçav kir. Piştî binçavkirina 2 rojan min derxistin dadegehê. Milyon û 800 hezar tumenê Îranê cezayê pereyê li min birîn û biryara dersînorkirinê girtin."   'TERKÎ MIRINÊ HATIM KIRIN'   Orûç, destnîşan kir ku piştî biryara dersînorkirinê îstixbarata Îranê li şûna deriyê sînor, bi qasî kîlometreyek dûrî deriyê sînor têketina Tirkiyeyê lê ferz kirine û ev tişt got: "Min rojekê li sînorê Tirkiye û Îranê yên bi têlan girtiye hiştin. Ji min daxwaz kirin ku bi awayekî qaçax têlan derbas bikim û derbasî Tirkiyeyê bibim. Li gel hemû îttîrazên min ji têlan avêtin sînorê Tirkiyeyê. Li gel ku çend caran min bi vî awayî avêtin axa Tirkiyeyê jî ez derbasî Îranê bûm û xwest ku bi rêyên fermî bikevim Tirkiyeyê. Lê destûr nedan vê yekê. Dema ji têlan derbas bûm birîndar bûm. Li vir terkî mirinê hatim kirin. Pitre hatim Bazîdê. Ermenistan û Îranê bi qebûl nekirina daxwaza min a îltîcayê sûc kirin. Polîtîkayên van her du welatan jî derveyî hiqûqa natneteweyî ne. Ji bo vê yekê em ê serî li Dadgeha Navneteweyî bidin."   Orûç, duh jî peyamaek şandibû û daxwaza piştevaniyê kiribû.