Destûr nedan ku hestî jî kêleka hev bên veşartin 2019-12-15 10:24:16   BEDLÎS - Hestiyên 8 PKK'iyên ku ji aliyê ATK'a Stenbolê ve li ser DNA wan lêkolîn hatin kirin û li hev hatin, radestî malbatên wan hatin kirin, li goristanên cûda yên Bedlîsê hatin definkirin. Destûr nehat dayîn ku hestî li heman goristanê li kêleka hev bên veşartin.    Di sala 2017'an de cenazeyên 267 PKK'iyan ji Goristan Xerzanê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirinê, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) re hatibûn şandin. Ji van cenazeyan ên 10 kesan piştî ku di encamên lêkolînên ATK'ê de DNA'yên wan li hev hatibûn, ji Goristana Bêkasan a Kîlyosê hatibûn derxistin û radestî malbatên wan hatibûn kirin. Ji van her deh cenazeyan ê Nadîre Elman li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û yê Muzeyyen Gordegîr jî li Elihê hat veşartin. Her heş t cenazeyên mayî jî duh êvarê li gundên girêdayî Bedlîsê hatin veşartin.    Ji Stenbolê heta Bedlîsê dema anîn cenazeyan ji malbatan re astengî hatin derxistin. Di têketina Amed û Bedlîsê de 3 caran kontrola nasnameyan hate kirin.  Piştî van astengiyan, malbatan hestiyen zarokên xwe yên ku di qutiyên plastîk de anîbûn, li gundên cûda yên girêdayî Bedlîsê di bin dorpêça polis û leşkeran ve veşartin. Dema veşartina cenazeyan destûr hat dayîn ku tenê 3 ferdên malbatê tevlî veşartinê bibin. Cenazeyên ku li hemna goristanê hatin veşartîn jî destûr nehat dayîn ku li kêleka hev bên veşartin. Ji ber vê yekê her cenazeyek bi qasî 20 metreyî dûrî yê din hat veşartin.    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, cenazeyê Faysal Bîngol (Herekol) û Necla Karabay (Zekiye) li gundê Kollûdere yê Hîzanê; Behzat Yildirim (Kanî Garzan) û Ahmet Doner (Edîp) li gundê Kayadîller ê Hîzanê; Bûrhan Altintaş (Nûman Tatvan) li gundê Pyendas ê Tetwanê; Ferhat Can (Ferhat Garzan) li gundê Dîlbûrnû yê Exlatê; Mehmet Reşît Karakoç (Gabar) û Ferhat Can (Ferhat Garzan) jî li gundê Kuçuksû yê Tetwanê hatin veşartin.    ÇI BÛBÛ?   Di sala 19'ê Kanûma 2017'an de cenazeyên 267 PKK'iyan ji Goristan Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina DNA'yê ji ATK'a Stenbolê re hatibûn şandin. Di nav demê de DNA'yê 5 cenazeyan li hev hatin û ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û definkirin.    Ji bilî van malbatan 30 malbatên din jî ji bo DNA'yê serî li ATK'ê dabûn, lê ji vana tenê DNA'yên 11 malbatan li hev hatibûn.    Ev cenazeyen ku malbat li benda girtina wan bûn, bi yên din re di Adara 2019'an de li Goristana Bêkasan a Kîlyosê ya li navçeya Sariyer a Stenbolê hatibûn veşartin.    11 malbatan, di 12'ê Kanûnê de ji bo girtina cenazeyên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û serodzgeriyê destûr da ku malbat cenazeyên xwe bigirin. Li ser vê yekê malbatan cenazeyên xizmên xwe yên li Goristana Bêkasan a Kîlyosê hatibûn veşartin girtibûn.