Kevirên Sûrê bi qamyonan tên firotin 2019-12-15 09:07:30 AMED – Li navçeya Sûrê ku qedexe, rûxandin û înşeat didomin, kevirên malên dîrokî bi qamyonan tên kişandin û firotin.    Di ser qedexeya derketina derve ya li 6 taxên navçeya Sûr a Amedê re 4 sal derbas bûn. Piştî pevçûnên li navçeya dîrokî gelek avahiyên dîrokî hatibûn rûxandin. Li gorî rapora TMMOB'ê ya derbarê Sûrê de li taxa Cevatpaşa, Hasirli, Dabanoglû, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîh Paşa 87 avahiyên tescîlkirî di nav de bi giştî 4 hezar û 985 avahiyên dîrokî hatine rûxandin. Di raporê de ev rewş wekî "qirkirina çandî" hat pênasekirin.    QAMYONA KEVIRAN BI 8 HEZAR TL'YÎ DIFIROŞIN    Li Sûrê ku 4 sal in bênavber qedexe didome û xwediyên avahiyan jî nikarin têkevinê, di bin kontrola polîsan de bi qamyonan kevir hatin kuşandin û li hêla Deriyê Mêrdînê li qeraxa Çemê Dîcleyê hatin valakirin. Tê gotin qamyona van keviran bi 8 hezar TL'yî tê firotin. Her wiha qamyona kevirên bijartî jî bi 15 hezar TL'yî tê firotin.    MA / Lezgîn Akdenîz