Sûstam: Întihar tenê ne bûyerên şexsî an jî civakiyî ne, bûyereke polîtîk e jî 2019-12-15 09:07:02 STENBOL – Civaknas Engîn Sûstam, bal kişand ser întiharên li Tirkiyeyê diqewimin û got: "Wekî Dûrkheîm dibêje, întihar tenê ne tiştekî şexsî û civakiyî ne, bûyerine polîtîk in."    Di demên dawî de li Tirkiyeyê întiharên komî pêk tên. Hîndekarê Zanîngeha 8 a Parîsê Engîn Sûstam, bûyerên întiharê nirxandin.    Sûstam, destnîşan kir ku di serdemeke ku piştevanî nemaye de mirov ketûm dibin û ji ber vê bûyerên întiharê zêde dibin. Sûstam, anî ziman ku întihar ji ber texrîbata pergalê pêk tên û got: "Mirovên tim û tim bi rîska betaliyê û bêewlehiyê re rû bi rû dimînin an jî ji ber kurd, elewî, zarok an jî kirdeyeke din in tim bi zext û zoriyên pergalê re rû bi rû dimînin û pergal bi qasî ku zirarê bidin bedena xwe tiştekî ji van kesan re nahêle."    Sûstam, got: "Piştî krîza 2010'an li cîhanê krîzek pêk hat û aboriyeke îstikrarê ya nû çê bû. Yanî ew feraseta dewleta civakiyî ku berê lîberalîzmê destek didayê hindik maye bi dawî bibe. Di warê derûnî de em ber bi kapîtalîzmeke din, ber bi faşîzmeke nû ve diçin."    'ÎNTIHAR REWŞEKE POLÎTÎK IN'    Sûstam, destnîşan kir ku girse tsîrê ji êrîşên kapîtalîzmê digirin û întiharên pêk tên, mirov nikare wan tenê bi sedemên şexsî îzah bike. Her wiha Sûstam, anî ziman ku ev rewş tenê wekî bûyereke civaknasî an jî derûnî jî nayê îzahkirin û got: "Di nav vî karî de şer, nîlîtarîzm, pêvajoya şer,, krîza abor, û nîjadperestî jî heye. Çimkî ê kesan ber bi wir ve dibe rewşên polîtîk, aborî û civakiyî ne. Întihar, hîn ji destpêka civaknasiyê ve wekî Dûrkheîm gotî,  întihar tenê ne tiştekî şexsî û civakiyî ne, bûyerine polîtîk in."     Sûstam, anî ziman ku di pêvajoyên bi rengî de dewleteke ne civakê lê berjewendiyên xwe esas digire derdikeve holê û got: "Em di civakeke wisa de ne ku, her roj mirov bi netewperestiyê tên xwedîkirin. Ev netewperestî ji hêlekê ve sebeba betaliyê dixe stuyê penaberan, li hêla din jî dixe stuyê kurdan. Ji ber zêdebûna sedemên bi vî rengî di rewşeke wiha de zêdebûna bûyerên întiharê wekî tiştekî normal dixuyê. Çimkî li holê civakeke patolojîkbûyî heye. Ji ber vê em di nav aboriyeke lîbîdînal de ne û ev yek civakeke patolojîk derdikeve holê. ev modela patolojîk girêdayî dermanan be jî, lê belê bi awayekî zêde krîza ku çareya wê tuneye û întiharan gur û zêde dike."    Sûstam, diyar kir ku gava mirov di vê çarçoveyê de li bûyerên întiharê mêze dike, dibîne ku piraniya civakê veguheriye ferdên nexweşok û got: "Ev rewş di dema şerên 90'î de pir aşkere xuya dikir. Ji elemanên tîmê heta cerdevanan, ji polîsan heta eskeran gelek kesî întihar kiribû. Lê niha ev bûyer li her derî çê dibin. Nexasim jî di demên dawî de malbat bi awayekî komî întihar dikin."     Sûstam, destnîşan kir ku wê krîza siyasî û aborî tenê nebe sedema bûyerên întiharê û got: "Gava em Berxwedana geziyê bînin ber çavên xwe, em ê bibînin ku îktîdar bersiveke çawa daye kesên digotin ji krîza siyasî re êdî bes e. Wê krîzên bi vî rengî di pêşerojê de bibin sedema berxwedanên bi vî rengî jî."