Wê bi hezaran KHK'î dakevin qadan 2019-12-15 09:02:14 EDENE – Wê li Mêrsînê di 21'ê Kanûnê de bi hezaran mexdûrên KHK'ê bi yek dengî bibêjin "Em dixwazin bi awayekî mirovane bijîn". Mexdûrên KHK'yan gazî her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.    Bi hezaran kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin û hatin mexdûrkirin, wê di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê mîtîngekê li dar bixin. Wê mîtîng ji hêla Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Tevfîk Sirri Gur bê lidarxistin. Dirûşmeya mîtîngê, "Em dixwazin bi awayekî mirovane bijîn" e.    Endamên Platforma Mexdûrên KHK'yan a Edeneyê, beriya mîtîngê gazî her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.    Berdevkê Platformê Munîr Korkmaz, anî ziman ku bi Rewşa Awarte re 140 hezar kes hatine îxrackirin û got, ev "mirina sivîl" e. Korkmaz, destnîşan kir ku mafên wan hemû hatine binpêkirin û ew medxûrên KHK'ê xwe birêxistin dikin û hewil didin dengê xwe bilind bikin.    'EM Ê DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN'    Korkmaz, destnîşan kir ku kesên dixwazin bi awayekî mirovane bijîn teqez divê tev li mîtînga KHK'yiyan bibin û got: "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ev rewş ji xwe re kirin bahane û bi gotina wan hema bêje muxalif hemû hatin 'paqijkirin'. Lê em vê yekê qebûl nakin. Heta em venegerin ser karên xwe em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em gazî KHK'yiyan dikin, pêşî bila tev li platformên KHK'yiyan ên li bajarê xwe bibin. Bila destekê bidin têkoşîna rewa û mafdar a KHK'yiyan û tev li mîtîngên li herêmên wan tên kirin bibin û daxwazên xwe bînin ziman. Çimkî divê em êdî bêdeng nemînin."    ‘ARMANCA ME TENÊ NE VEGERA SER KARÊ XWE YE'    Endamê platformê Nezîr dorak jî got: "Armanca me ya sereke tenê ne vegera ser karê xwe ye, ligel vê bilindkirina têkoşîna maf û hiqûqê ye jî, pêşîlêgirtina li ber bêedaletiyê ye." Dorak, destnîşan kir ku divê ev bêedaletî bi dawî bibe û got: "Bawer bikin em ê bi ser bikevin, em ê vegerin ser karê xwe. Her wiha ji bo li vî welatî edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bilind bikin."    Endama platformê Seher Kiliç jî got: "Di vê têkoşînê de em dilopek in û her dilopek vê têkoşînê bilindtir dike." Mehmet Orûç jî got: "Ez KHK'yiyekî astengdar im, pêşî doza mafê xwe û bi giştî jî ji bo mafên mirovahiyê ez ê tev li mîtîngê bibim."    'KHK'Ê JIYANA MIN TARÛMAR KIR'    Endama platformê Tûgba Kaygûsûz jî , anî ziman ku platformên KHK'yan bi travmayên derûnî re rû bi rû dimînin û got, di warê derûnî de ew jî destekê digire. Kaygûsûz, diyar kir ku hevjînê wê 4 sal in di girtîgehê de ye û got: "KHK'ê bi her awayî jiyana min tarûmar kir. Em hemû masûm in. Ji bo em vegerin ser karên xwe em hûn li benda çi ne?"    MA / Hamdûllah Kesen - Mehmet Firat Ozgur