Şîna malbata Kalkan û Tekay bi dawî bû 2019-12-14 17:54:29   AMED - Şîna malbata endamê HPG'ê Musa Kalkan û Erdal Tekay ên di operasyona eskerî de jiyana xwe ji dest dan piştî 3 rojan bi dawî bû.     Endamê HPG'ê Musa Kalkan û Erdal Tekay ên di operasyona eskerî ya di navbera 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şênê ya navbera Amed, Çewlik û Mûşê de pêk hat û jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan cenazeyên zarokên xwe girtin û piştî defin kirin şîn danîn. Malbata Tekay ji bo kurê xwe şîn, li Mala Şînê ya Şaklatê ya li navçeya Peyasê ya Amedê danîbûn. Malbata Kalkan jî ji bo kurê xwe şîn, li Mala Şînê ya Têrkan a navçeya Rêzan a Amedê danîbûn. Malbatan piştî şîna 3 rojan îro bi mewludê şîna zarokên xwe bi dawî kirin.    Malbata endamê HPG'ê Suleyman Çinar ê ku di operasyona eskerî ya 7-8’ê Kanûnê de li Zozanê Şênê ya di navbera Amed, Çewlik û Mûşê hatibû lidarxistin de û jiyana xwe ji dest dabû jî, şîna kurê xwe li Mala Şînê ya Hevedan a navçeya Rêzan a Amedê danî. Şûna Çinar dê sibê bi dawî bibe.