Rojnameger Orûç peyam şand: Pêdiviya min bi piştevaniya we heye 2019-12-14 17:18:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Azîz Orûç ê 4 roj in li Bazîdê di binçavan de ye bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ez wek rojnamegerek bi salane dixwazim bibim dengê gelan. Bi rojane di tecrîda girankirî ya Ermenîstan, Îran û Tirkiyê de têm ragirtin. Niha herî zêde pêdiviya min bi piştevaniya we heye.”   Rojnameger Azîz Orûç di 11’ê kanûnê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hat binçavkirin û 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin. Ji ber dozek di salên xwendekariyê de li Orûç hat vekirin ceza lê hat birîn û du sal berê neçar ma biçe Herêma Federe ya Kurdistanê. Orûç roja 11’ê kanûnê ji aliyê medya îqtîdarê ve wek “terorîst” hat ragihandin û li gel Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û endamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglû ve hatibû binçavkirin.    Ekelek û Muftuoglû duh ji aliyê dadgehê ve bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn girtin.    Orûç hêj li emniyetê di binçavan de tê ragirtin.    Rêxistina HDP’ê ya Bazîdê îro têkildarî vê binçavkirinê daxuyanî dabû û eşkere kiribû rojnameger Orûç li sînorê Îranê terkî mirinê hatiye kirin.    Piştî daxuyaniya HDP’a Bazîdê derket holê rojnameger Orûç ê ji sala 2017’an vir ve li Herêma Federe ya Kurdistanê dijî xwestiye bi ser Ermenîstanê ve derkeve Ewropayê û dema hewldaye biçe Ermenîstanê hatiye girtin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; di sînorê Ermenîstanê de polîsan kontrola rê kiriye û Orûç hilnedane Ermenîstanê û tevî gotiye ew rojnamegere jî wî xistine odeyek û bi saetan lê dane. Pişt re Orûç radestî Îranê hatiye kirin. Orûç li Îranê jî 2 roj di hucreyek de hatiye ragirtin û îşkence lê hatiye kirin.    Rayedarên Îranê li şûna Orûç radestî Tirkiyê bikin, wî diavêjin ber sînorê Îran û Tirkiyê û terkî mirinê dikin. Orûç li xeta sînor ji ber sermaye hatiye asta jiyana xwe ji dest bide û bi rêya telefonê li xizmên xwe geriyaye û banga alîkariyê kiriye. Piştî vê yekê jî hatiye binçavkirin.    BIJÎŞKAN ORÛÇ DERMAN NEKIRIYE!   Orûç ê 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin tevî îşkenceya lê hatiye kirin jî lê nayê dermankirin. Hevjîna Azîz Orûç ê bavê du zarokan e Hulya Orûç li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkiladrî hevjînê xwe agahî parve kir û got hevjînê wê herçiqas birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê jî lê bijîşkên li wir wezîfedar bûne nehatiye dermankirin.   Hulya Orûç di Twîtterê de ev agahî parve kir:    “Ji #AzizOruc agahî heye. Hevjînê min duh û îro birine #yasareryilmazdevlethastanesine ku kontrola tenduristiya wî bê kirin, lê bi hênceta nobet guheriye bijîşkan ew derman nekiriye. Ez ji jiyana hevjînê xwe bi guman im.    Bijîşkên nexweşxaneya dewletê ya bazîdê (#yasareryilmazdevlethastanesi) ji her tiştek were serê hevjînê min berpirsiyar in û sûcdar in. Dema hûn mezûn dibin li ser kîjan hêza siyasî sond dixwin.”   Piştî 3 rojan îro parêzer çû gel rojnameger Orûç û bi rêya parêzerê xwe ji raya giştî re peyam şand.    ORÛÇ: PÊDIVIYA MIN BI PIŞTEVANIYA WE HEYE    Orûç di peyama ku bang li raya giştî kir wiha got:    “Ez wek rojnamegerek bi salane dixwazim bibim dengê gelan. Bi rojane di tecrîda girankirî ya Ermenîstan, Îran û Tirkiyê de têm ragirtin. Niha herî zêde pêdiviya min bi piştevaniya we heye. Bi hêviya em di rojên azad de hev bibînin…”