Pero Dundar: Di serdema qedexeyan de mafê milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin 2019-12-14 16:42:34 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Pero Dundar têkildarî salvegera qedexeya derketinên derve li gel parlamenterên HDP’ê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Dundar têkildarî wê serdemêdaneyan parve kir û got di wê serdemê de mafê wek azadî û ewlehiyê yê milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin. Komek parlamenterên HDP’ê têkildarî salvegera qedexeya derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê wekîlan Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar daxuyanî da û got ji bo ew wê hovîtiya di navbera 2015’an û 2016’an de qewimîn şermezar bikin li hev kom bûne.    ‘MAFÊ MILYONEK Û 809 HEZAR KESÎ HAT BINPÊKIRIN’    Dundar anî ziman ku AKP tehamulî encamên serkeftina HDP’ê ya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an nekiriye û ji ber vê yekê bajar û navçeyên keleha HDP’ê ne ji xwe re kiriye armanc û bi pevçûn û şer serûbin kiriye. Dundar qedexeyên derketina derve yên li bajar û navçeyên herêmê hatine ragihandin yek bi yek vegot û di qedexeyên derketina derve yên wê serdemê de mafê wek azadî û ewlehiyê ango mafên bingehîn ên milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin. Dundar got ji mafê jiyanê bigire heta mafên perwerdehiyê bi sûcên li dijî mirovahiyê re rû bi rû maye û hêj li hin deveran bajarên herêmê ew qedexe dewam dikin.    ‘DEWLETÊ TERORÊ PÊK ANÎ’    Dundar bi bîr xist kul i Cizîrê di jêrzemînên avahiya de hovîtî pêk hatiye û hêj ew birînên wê demê nehatine kewandin. Dunar got li navendên wek Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Hezex, Şirnex, Kerboran, Farqîn, Sûr, Gever û gelek deverên din di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de terora dewletê pêk hatiye. Dundar diyar kir ku îqtîdarê li dijî hemwelatiyên xwe şerek giran daye destpêkirin.    ‘ŞÛNWARÊN DÎROKÎ HATINE SERÛBINKIRIN’    Dundar da zanîn ku siyasetmedar jî di nav de bi sedan sivîl li wan deverên hatine qedexekirin hatine qetilkirin û bi kuştina însanan re malbatên wan jî hatine cezakirin. Dundar got yek ji bajarên qedîm ên Kurdistanê Sûr li gel di bin parastina UNESCO de ye jî hatiye serûbinkirin û dîroka bi hezarê salan hatiye hilweşandin.    NÊZÎ 2 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE    Dundar bal kişand ser qewimandinên li navçeya Cizîrê û got hêj li Cizîrê cenazeyê 14 kesan radestî malbatên wan nehatiye kirin. DunDar anî ziman ku bi qedexe û hovîtiya hat qewimandin re aştiya civakî hatiye parçekirin û xweşiyê cihê ji şer re hiştiye. Dundar got 800 jê hêzên ewlekariyê nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.    ‘SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIN KIRIN’    Dundar diyar kir ku dorpêçkirina li bajarên kurd hat destpêkirin niha li tevahiya Tirkiyê didome û niha heman pêvajoyê jî dibin ser bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dundar got hemû sazî û dezgehên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê li dijî van kirinên dijmirovane û hovîtiyê bêdeng maye û vê bêdengiyê jî wêrekiyê daye AKP’ê. Dundar da zanîn ku seranserî dorpêç û qedexeyan li dijî mirovahiyê sûcên giran hatine kirin û ew di şexsê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Cemîle Çagirga û Rozerîn Bulut de hemû kesên di dorpêçkirinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.