Şandeya Bakur îro ji bo yekîtiyê diçe Başûrê Kurdistanê 2019-12-14 16:00:09 AMED – Nûnerên partiyên kurd, di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de ji bo hin hevdîtinan diçin Herêma Federe ya Kurdistanê. Nûnerên partiyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê lez dane xebatên avakirina yekîtiya neteweyî. Nûnerên partiyên kurd piştî nîqaş û gotûbêjên li Bakur, niha jî berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Şandeya ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerek Partiya Herêmên Demokratîk, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Ayşe Acar Başaran, Nuran Îmîr, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî pêk tê îro dê ji Enqereyê bi rêya hewayî biçin Herêma Federe ya Kurdistanê. Nûnerên partiyan ango şande dê bi qasî 3-4 rojan li herêmê serdanan pêk bîne û di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.