Girtiyê nexweş Bahar nayê dermankirin 2019-12-14 15:50:25   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Seyfettîn Bahar ê nayê dermankirin were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 275’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li hev kom bûn. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Endama ÎHD’ê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Bahar ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.    Tûrgût da zanîn ku Seyfettîn ji roja ketiye girtîgehê nexweşînên cuda lê peyda bûne û 12 sal in dermankirina wî pêk nayê. Tûrgût her ku diçe rewşa Bahar giran dibe û tevî ku 3 sal berê ji bo dermankirinê randevû hatiye xwestin jî lê nayê dermankirina wî pêk nayê. Tûrgût got divê demildest Bahar were dermankirin û bi vê yekê re jî were berdan.