Li Îzmîrê li aqûbeta Faîk Kevcî hat pirsîn 2019-12-14 15:38:29   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li aqûbeta Faîk Kevcî yê di sala 1993’an de hat revandin û windakirin pirsî.    Rêveberên Şaxa Komeleay Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê çalakiya heftane li dar xistin. Nûnerên saziyên civakî û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da.    Çîçek çîroka windakirina Faîk Kevcî yê di 8’ê kanûna 1993’an de li navçeya Wêranşara Rihayê ji aliyê hin kesên cilên sivîl li wan hat revandin û windakirin parve kir. Çîçek got ji wê rojê heta niha hemû serlêdan û hewldanên malbatê ji bo dîtina cenaze û kujeran bêencam mane û malbat hêj li Faîk Kevcî digere. Çîçek got ew ê ji bo edalet pêk were û li dijî windakirinên bi darê zorê dê têbikoşin.