Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan 2019-12-14 15:28:46   STENBOL – Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr û xwest were berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 403’yemîn de carek din xwestin çalakiya “Rûniştina F” li Meydana Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan destûr neda çalakî li Meydanê pêk were. Li ser vê yekê çalakvanan wek her hefteyê li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankart hatin hildan.    ‘EM DIXWAZIN BI RÛMET BIJÎN’    Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî da û got: “Em îşkence, tundî, kuştin û girtin û binpêkirina mafan naxwazin. Em dixwazin bi rûmet û mafên xwe bijîn.”    ‘REWŞA WÎ KRÎTÎK E’    Acettîn da zanîn ku vê hefteyê girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr ê ji sala 2001’an ve girtî ye mijara çalakiya wan e û got gelek nexweşînên giran pê re peyda bûne. Acettîn got rewşa tenduristiya Cîhat Ozdemîr krîtîk e. Acettîn da zanîn ku tevî ewqas nexweşîn jî lê nexweşînên Ozdemîr li qeydan nehatiye zêdekirin. Ozdemîr bang kir ku Cîhat Ozdemîr demildest were berdan.    ‘KEKÊ MIN NAYÊ DERMANKIRIN’    Xwişka Ozdemîr, Elîf Ozdemîr jî rewşa dawî ya keke xwe anî ziman û got: “Ev demek dirêj e kekê min bi nexweşîna penceşerê ketiye. Lê keke min nayê dermankirin. Dema wî dibin nexweşxaneyê jî bijîşk pêve eleqedar nabin. Her çiqas em gilî dikin jî encamek jê dernakeve. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû gavek berê gavekê werin berdan.”