Ayşe Karahan spartin axê 2019-12-14 15:19:29   ŞIRNEX - Dayika Edîtora me Zîyan Karahan Ayşe Karahan, li Cizîrê axir kirin û spartin axê.    Dayika Edîtora Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ziyan Harahan, Ayşe Karahan a demek dirêj e li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat dermankirin, piştî jiyana xwe ji dest da, îro li Cizîrê bi merasimekê oxir kirin. Cenazeyê Karahan piştî ji Amedê wergirtin birin Cizîrê û birin malbata wê, piştre cenaze li ser milan hilgirtin û birin Mizgefta Mezin a Cizîrê. Piştî nimêja esir, disa darbest danîn ser milê xwe û birin Goristana Asrî ya Cizîrê. Di merasima cenaze de Ziyan Karahan, hevalên wê yên rojnameger û endamên malbat û xizmên wê beşdarî merasimê bûn. Ayşe Karahan bi duayan oxir kirin û spartin axê.